BİYOGRAFÎ

Jiyana Îhsan Fuad

Îhsan Fuad (z. 1937 Silêmanî − m. 2’ê pûşperê 2008 Silêmanî) nivîskar, rojnamevan û mamosteyekî zanîngehê ê kurd bû. Dr. Îhsan Fuad di sala 1937’a de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û her li Silêmaniyê xwendina destpêkê, navendî û amadeyiyê qedandiye û paşê li Bexdayê beşa Zimanê inglîzîqedandiye û vegeriyaye Silêmaniyê. Piştî çend salan mamostatî li bajarê Silêmaniyê, ji bo doktoraya …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şêx Mehmûdê Berzencî

Jiyana Şêx Mehmûdê Berzencî

Şêx Mehmûd Berzincî (شێخ مه‌حمودی حه‌فید) şoreşger û siyasetmedarekî kurd ê başûrê Kurdistanê bû. Şêx Mehmûdê Berzencî kurê şêxê qadirî Şêx Seîd e. Piştî ku bavê wî di sala 1908ê de, ji alî Osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd dewsa wî girt. Di salên Şerê cîhanî yê yekê de, ji bo avakirina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Siracedînê Ûrmewî

Siracedînê Ûrmewî (b. 1198 Ûrmiye – m. 1283 Qonya) alim û felsefevanê kurd e. Bernavka wî Ebus-Sena ye, Leqeba wî Siracedîn e û navê rastî “Mehmûd bin Ebî Bekir bin Ehmed bin Hemîd Ûrmewî” ye. Siracedîn hevotina xwe a pêşyê li bajarê Ûrmîyeyê, dûra jî li bajarê Mûsilê li cem Kemaledîn Elî girtîye, Careke çûye Misirê û ji wêderê hatiye Kurdistanê û Qonyayê heta dawiya temenê xwe li Qonyayê maye.[1] Berhem Latifu’l-Hikme …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şîrkûh – (Şêrko)

Jiyana Şîrkûh - (Şêrko)

Esededîn Şêrkoyê kurê Şadî (bi farisî: Şîrkûh: , navê wî bi erebî: Asad ad-Dīn Shīrkūh bin Shādhī) generalekî misilmanî ku bi eslê xwe Kurd bû. Ew apê Selahedînê Eyûbî bû. Ew di sala 1169’an de mir. Jiyan Ew li gundê Ecdankê (Ecdankanê) nêzî bajarê Dwînê li Ermenistanê hatî bû dinê. Ew lawê Şadî, birayê Necmedîn Eyûb, yek ji bavikên xanedana Eyûbiyan bû. Ew ji malbata Şedadiyan bû. Ji pê şedadiyan di 1130’î …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Rizoyê Xerzî

Jiyana Rizoyê Xerzî

Rizoyê Xerzî helbestvanekî kurd e. Xerzî di sala 1966’an li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Helebê beşa zimanê îngilîzî xwendiyê lê xwendina xwe ji ber hin sedemên taybet kuta nekiriye (ta bi sala sisyan xwendiye). Yek ji endamê komîteya amadekariya kovara Rojda bû. Ji sala 1988’an ve dest bi weşandina helbestên xwe kiriye di kovarên mîna Zanîn, Gulistan, Nûdem, Buhar û gelek kovarên …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Qazî Mihemed

Jiyana Qazî Mihemed

Qazî Mihemed (z. 1900 an 1901− m. 30’ê adarê 1947 li Mehabadê) dadwer, serokê partiya Komeleyê (nîsana 1945), sazkerê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê û serokê Komara Mehabadê bû. Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900’an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Apê Musa

jiyana musa anter

Mûsa Anter (z. 1920 li Nisêbînê − m. 20’ê rezberê 1992‘a li Amedê) nivîskar û rojnamevanekî kurd bû. Jiyan Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê ya girêdayî Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê hate dinê. Wî hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şêx Ehmedê Barzanî

Jiyana Şêx Ehmedê Barzanî

Şêx Ehmedê Barzanî an jî Xudan (z. 1896 – m. 11 rêbendan 1969 li Bexdayê), yek ji giregirên têkoşeriya kurd, mezinê êla barzaniyan, şoreşgerekî navdar bû. Bi taybetî di nava salên 1920 heya 1930’yî de li dijî dagirkeriya Îraqê têkoşineke mezin daye. Kurê Şêx Mihemedê Barzanî bû û yek ji pênc kurên bavê xwe bû. Van her pênc birayan jî bo kurdan û azadkirina Kurdistanê têkoşîn dane. Di pêngava sala 1914’an …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mistefa Barzanî

Jiyana Mistefa Barzanî

Mistefa Barzanî (z. 14 adar 1903 li gundê Barzan (Mêrgesor) − m. 1 adar 1979 li Washington D.C), general û rêberê mezin ê kurd e û damezrînerê PDK’ê ye. Barzanî, di 14’ê adara sala 1903’yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905’an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914’an de birayê wî tê kuştin. Barzanî di 1931’ê de, …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !