Şamîl Esgerov, ku di sala 1928’an de li Kurdistana Sor li gundê Axçakentê bajarê Kelbecerê hatibû dinê, hê di ciwaniya xwe de bi dîrok û edebiyata Kurdistanê re, ku wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar bûye. Dibistana navîn û amadeyiyê di dereceya baş de qedandiye û paşê jî dibistana mamosteyî …
Zêdetir BixwîneJiyana Sîma Semend
Sîma Semend (*1933’an li Axbaranê, Sovyeta berê) çîroknivîseke kurd e. Sîma Semend sala 1933’an li Ermenistanê ji diya xwe bûye. Kal û bavên wê mihacirên ji welatê kal û bavan — Kurdistanê bûne. Eşîra wan ya Rojkiyan berî 180 salan ji Bidlîsê xwe li riya mihaciriyê girtin, gelek zehmetî û dijwarî dîtin, heta xwe gîhandine Ermenistanê, ku wê demê di bin desthilata Împeratoriya Rûsyayê da …
Zêdetir BixwîneJiyana Sîrwan Hecî Berko
Sîrwan Hecî Berko rojnamevanekî kurd e. Berko di 14.05.1977ê de li bajarê Amûdê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Ew ji sala 1990î de li Elmanyayê dijî. Li wê derê, wî lîse kuta kir û dest bi xwendina “Medecine Informatik” li Zanîngeha Dortmund kiriye. Di ber xwendina xwe re, ew birêvebirî û xebata di Malpera Amûdê …
Zêdetir BixwîneJiyana Nasir Rezazî
Nasir Rezazî (bi soranî: ناسر ڕەزازی) yek ji mezintirîn û navdartirîn stranbêj û helbestvanên kurde ku bi giş zaravayên kurdî stranan xwendîye. 21 Hezîranê, 1955 li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineê ji dayik bû. Navî bavê wî Salih e. Gava ku li Îranê Komara Îslamî serket Nasir Rezazî çuye nav parta Komele ê û weka pêşmerge yek xebata xwe …
Zêdetir BixwîneJiyana Merziye Ferîqî
Merziye Ferîqî (herwiha Marziya Farîqî) (* 1958 li Merîwan, rojhilatê Kurdistanê – † 2005 li Swêdê) stranbêjeke navdar a kurd bû. Hevjîna stranbêjê navdar Nasir Rezazî ye. Jiyan Malbata wê ji xelkê Sineyê bû. Di temenciwaniya xwe de bala xwe berdide muzîkê û gelek hezdike. Guhdariya Radyoya Bexdayê ya wê demê dike ku ji wir gelek stran û awazên Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan û Gulbiharê fêr dibe. Dibe mamoste û li …
Zêdetir BixwîneJiyana Memduh Selîm Beg
Memdûh Selîm an jî Memduh Selîm Begê Wanî ( z. 1880 li Wanê , m. 1976 ) Ji pêşengên dîplomatên Kurda bû, endazyarê avakirina pêwendiya ye di navbera Kurdan û Ermeniyan de û Hîmdarê damezirandina Komela Xoybûnê bû . Memduh Selim li Wanê dayîk bû .Navê bavê wê Cemîl Tewfîq bû. . Di hin cihan de jî navê wî …
Zêdetir BixwîneJiyana Abdullah Keskin
Abdullah Keskin weşangerekî kurd e. Di sala 1967an li Nisêbînê ji dayik bû. Xwendina destpêkê li Nisêbînê çêkir. Di sala 1986an li Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina beşa Turkolojiyê kir. Hîn wek xwendekarê zanîngehê de dest bi karê rojnamegerî û weşangeriyê kir. Destpêka 1992an ji bo rojnamegeriya kurdî li Stenbolê bi cî bû, di destpêkê de berpirsyarê giştî yê Welat bû. Di 1993yan de li Özgür Gündemê edîtoriya rûpelê “kultur-huner” û …
Zêdetir BixwîneJiyana Sîdar Jîr
Sîdar Jîr, di sala 1980’î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye, wergêrek û nivîskarekî kurd e. Sîdar Jîr di sala 2004’an de li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiye kuta kiriye û paşê jî li Zanîngeha Andadolûyê fakulteya Îktîsadê beşa Têkiliyên Navneteweyî xwendiye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de yekemîn fanzîna xwerû ya …
Zêdetir BixwîneJiyana Ronî Alasor
Roni Alasor nivîskar û rojnamevanekî kurd e ku di 1963an de li gundê Govendik (niha wek navçeya Qereçanê / Karaçoban) li herema Serhedê ji dayika xwe bûye. Koka bav û kalên wî li çiyayê Elegezê ne. Piştî 12ê îlona 1980î, dema rejîma leşkerî a tirk, welatê xwe derket û koçber bû. Li Sala 1988an li …
Zêdetir BixwîneJiyana Sidîqê Tilmînî
Dengbêj di sala 1964’an de li qeza Silîvayê, li gundê Tilmînê hatiye dinê. Dibistana seretayî xelas kiriye. Ew bi xwe neviyên mîr Bedirxan begê Botî ne. Li gund bi karê cotkarî û paletiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û şeş zarokên wî hene.
Zêdetir BixwîneJiyana Mehemedê Dêrikî
Dengbêj di sala 1953’an de li qeza Dêrikê, li gundê Balfîsê hatiye dinê. Ew bi xwe ji Melazgirê ne, eslê wan ji eşîra Hesenan e. Mekteb nexwendiye. Ji kar de ketiye. Zewicandî ye û yanzdeh zarokên wî hene. Ji sala 1963’an û vir de ye li Diyarbekirê dijî.
Zêdetir BixwîneJiyana Yemlîxanê Pîrikî
Dengbêj di sala 1954’an de li Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene. Ji sala 1974’an û virde ye li Amedê dijî.
Zêdetir BixwîneJiyana Ziryab
Abu’l Hesen ‘Elî ibn Nafî anjî bi navê naskirî Ziryab (z. 789, Mûsil – m. 857, Endulus), stêrnas, erdnas, helbestvan, stranbêj û hunermendê kurd e. [1][2] Ziryab xwendekarê Îsheq Mewsilî yê kurê Îbrahîm Mewsilî bû. Piştî ku jêhatîbûna wî di muzîkê de ji ya mamosteyê wî buhurî, neçar ma ji Bexdayê veqete.[3] Wî jî berê xwe da başûrê Spanyaya îroyîn Kordobayê. Li wir melîkê mîrîtiya emewiyan a Ebdurehmanê II. Ew girte cem xwe. Bi vî …
Zêdetir Bixwîne