Hemdîn û Şemdîn

Çîroka Hemdîn û Şemdîn

Hemdîn û Şemdîn / Lukman Sileman

Ev çîrok min ji devê stiran vana giritye lê ez nizanim navê wî çiye.. wek wî gotî min jî nivîsandiye…

Ehmed Begê û Hisên Begê herdû birayê hevbûn xwediyê Zozanê Şeref dînê bûn. Temamê wî Zozanî di destê herdû birade bû bi ava xwe bi mêrg û çiya yê xwe bi deşta xwe bi kozê xwe.  Herdû bira jî gelekî ji hevdû hesdikirin qedir û siyaneta hev dikiritn ticara yekî xwe li ser yê dî mezin nedikir mirov birayê piçûk û yê mezin ji hev nasnedikirin hingî ev herdû bira ji hevre başbûn rojekî dilê wan ji hev nema ye. Dibêjin Simaîl mîrekê Zozê ne bîst û pênc mîrekê Zozên di bin destê wîde bûn rojekî Simaîl ji wan re got maleva welehî we bilahî ev herdû bira Begê mene lê min nedîtiye di Beg di welatekî de heyîn em nikarin karê vî bikin û karê yê dî bikin wele eva em şewitandin nabê divê em çarekî ji wan re bibîn in. Em nema Karin karekî ji xwe re bikin nema em Karin li malê xwe rûn in me ji ber rihê xwe daye stû. Divê em çarakî bikin va herdû bira ji ber hev bixin da ku yak ji wan bibê axa û em zanibin axa kî me bi tenê heye da em zanibin pêre baxivin. Her bîst û pênc axa yê Zozên bi baldarî li Simaîl guhdardikin Simaîl ji wan re got em çawe bikin gelî axa?

Teva jêre got emê ji hevre sûnd bi xwin ku çi werê serê me em li hev mikur newin û ji Simaîl re gotin tu çawe di xwazê em bi tere ne tu berê me didê ku esil tûy.
Simaîl ji wan re got ser serê min ji wan re got binêrin lawo bi xwedê em nema karin vê zilma hanê qebûl bikin va em ji hev xistin tiştek di mede ne hiştin. Lawo bi xwedê zilam bi di jina dibê lê pîrek bi di mêra nabê… divê em yekî ji ber yê dî bixin dive em çarekî ji xwe re bibîn in û wan berdin hev dive em şêraniya di nav wan de bibê dijminatî dive em dihêlin herdû bira di sêrika tivingê re li hev binêrin dive yek were kuştin bi destê yê dî. Her bîst û pênc axa jêre gotin ka em çibkin?

Simaîl ji wan re got emê niha berê xwe bi din dîwana Hisên axa yê delo dîn bavê Hemîn o bira yê piçûke aqilê wî germe em şend galgala jêre bikin ez bawerin wê birayê xwe bi kujê ji xwe ku birayê xwe kuşt û ma bitenê emê karibinê emê wê demê felek û dewrana li serê wî bi gerên in û piştî demakî wî jî ji rêya xwe derxin yan emê wî jî bidin kuştin û yan emê ji Zozên berdinê wê ev Zozan bi mine ji mere û li şûna wa rûnên.

Her bîst û pênc Mîreka li hevkirin bi telaqê ku jin diçê mala bavê bê veger sûnd xwarin ku kes ji sûnda xwe venegerê. Dane xwe rabûn berê xwe dane dîwana Hisên axa yê delo dîn bavê Şemdîn çûn li odê rûniştin teva serê xwe bera ber xwe de û bi darikê xwe pêşiya xwe xepirandin wensa xwe bi darikê xwe anîn ta ku Hisên axa ji aliyê malê hate odê. Dema ku çav li wan kir serê teva di ber wan deye û bi darikê xwe dilîzin. Hisên ma behitî ji wan re got ha lawo min we xêre ez sax li darê dinê piştî çavê Ehmed axa bavê Şemdîn o insane li darê diniya yê hene ku pêstûriyê û tehdê li we bikê? Zilama jêre gotin ji xwe te û bavê Şemdîn o mala me li mîratê gerandiye vê zilma ku hûn li me dikin em hew zanin em di nav bera we de gêj û şaş bûne em nema di zan in çi bikin û bi al kî ji we bikin..
Hisên axa yê delo dîn go xêre lawo min?

Zilama lê vegerand bi xwe dê em nikarin tiştekî bikin yek ji we xwe bikin axa da ku em zanibin kî ji we axa ye û werin li oda we rûnin û zanibin bi were biştexlin em nizanin kî ji we axa yê meye pîrek pîreke bi di mêra nabê lê belê zilam bi dijina dibê di vê yek ji we li şûna yekî ji we rûnê. Emê herin oda wî wê bêbextiya di stûyê texê û li ser te baxivê ji aş û baja bînê wele em ji ber gotinê wî li ber xwe dikevin emê werin oda te tê li ser wî biştexlê em bi were mane heyîrî em hatine tu ji mere çarekî bikê. Hisên axa yê delodîn ji wan pirsî ka ji min re bêjin ka birayê min çi li ser min gotiye lawo min?
Zilama jêre got bi qesema navê xwedê şevêdî em li oda wî bûn tiştek nema li ser te ne got bi xwedê heger ku em wan gotinê wî ji tere bêjin tê niha rajê şûrê xwe û êrîşî oda wî bikê di cîde tê serê wî jêkê.
Hisên axa go erê ka ji min re bêjin çi gotiye li ser min?

Zilama jêre got bi xwedê gotinê ne di rêdene û em nikarin wa gotina di hizûra te de bêjin axa..
Hisên axa bala xwe baş da wan Hisên bi xwe pir bi aqil bû tişta ji hev derdixê baş dizanê yê li pêşiya wî çi jêre dibêjê û çi jê di xwazê. Hisên baş dêna xwe da zilama ji wan re got ez bawer nakim ku birayê min Ehmed tiştê ne di rêde li ser min bêjê heger raste hûnê gotinekî ji gotinê ku wî li ser min gotî bîn in bihêlin ez ji we bawer bikim yek gotina ji gotinê wî ji min re bêjin?
Zilama ji Hisên axa re got bawer bike rûyê me nîne ku em wa gotina li ber te bêjin zimanê me li pêşiya te nagerê em ji ku dikarin wan gotina li ber axa yê xwe bêjin..

Hisên axa yê delo dîn li ser wa şidan got hûnê tiştina ji min re bêjin yan ez ji wer bawer nakim?
Simaîl go wela basa namûsa te dikir û basa kuştina te dikir û ne dûre ku ji kerrî de te bi kujê ya baş ewe ku te haj xwe hebê tu nizanê axa male diniya yê biratiyê kurdikê.
Hisên go wilo?
Zilama go belê wilo.
Hisên axa bakir go gelî Mîreka ezê bi Zozanê jorî diketim wê bi çîman û bi simaqa ez bi aniya bavê xwekim ev şêwra we şêwreka bêbomane hûn hatine we soz û telaq bi hevdûre dane hûn bi hevdûre bi tifaqin hûn hatine dibêjin em axa tiya Ehmed axa bavê Şemdîn axa yê delodîn li ser serê xwe qebûlnakin. Gelî Mîreka ezê bi Zozanê jorî ketime bi çîman û bi simaqe bi sê telaqê ku jin di çê mala bavê veger û galegal û fitû betal nakê gotinek dî ji devê we derkevê ezê serê we bîst û pênc Mîrekê Zozon bi qurban û bi xulamkim paşayê min hey lololo axa yê min hey wayê hakimê min hey walo paşayê bavê min hey wayê….
Ev çîrok min ji devê stiran vana girite lê ez nizanim nave wî çiye wek wî gotî min jî nivîsandiye…
Piştê ku Hisên Begê axa yê delodîn li wan şidand û ji wan bawer nekir Simaîl çavkire zilamê xwe û ji oda wî dane derketin ji wan re got em herin oda Ehmed Begê ka em wî ji rê nabin û nakin agir û bi benda Hisên naxin..

Hê wezîrê bavê min o ezê bi Zozanê jorî ketime bi çîman û bi simaqe her bîst û pênc Mîrekê Zozên Simaîl da pêşiya wan go lawo ev axa kî delo dîne nefis gawire gotin û galgal pêre nabê dîsanê tiştekî ji qesemê û ji xwedê yeqîn nakê. Her bîst û pênc axa yê Zozên ji oda Hisên axa derketin û berê xwe dane oda Ehmed axa axa yê delo dîn bavê Şemdîn jêre gotin axa yê min o em bi Zozên ketin bi çîman û bi simaqe bi aniya tekin ji îro û pêde axa tiya Hisên axa yê delo dîn axa yê nefis kafir li ser serê xwe em qebûl nakin axa yê min o lololo paşa yê me lo xweş mêro lo..
Ehmed axa badikê di bêjê Simaîl axa ezê bi Zozanê jorî diketim dîsa bi çîman û bi simaqe ez ketim di bextê te û bextê xwedê tê gotinê birayê min Hisên gotin tê yek bi yek ji min re bi rêdake tê teva li ber min rêz kê..

Simaîl ji Ehmed re got axa yê min o ezê bi Zozan ketim li wî banî ez nikarim bêjim dîsa xwe xilaskim ji dîn û îmanî bi sê telaqê ku jin diçin mala bava vegerî nîne galgal û gotinê birayê te ji tere gotine dîsa temara xewê bi çavê te nayê ta ku tu serê Hisên axa yê dalo dîn bavê Hemdîn ji nava milê wî hilnanî galgal û gotinê bênamûsî ji tere gotine em nikarin li dîwanê ji tere bêjin bi giranî paşa yê min o lolo.. Hê axa yê min o dema ku van gotina jêre dibêjin Simaîl çokê xwe datînê erdê û dibêjê axa yê min o dilê min ji dilekê dilo dîne hema bi wê qurana şeva çûyî em li dîwana Hisên axa axa yê delo dîn bavê Hemdîn o rûniştîn bûn me dî şêwir û mişêwirê xwe bi axa û maqul û axalera û dijmin û neyarê tere datîn e.axa yê mino derange şevê bû axa yê min o şêwir û mişêwira giran kuştina bavê Şemdîn danîn e me av û xwarina we xwariye em nikarin tiştê wisa bi bihîzin û xwe kerr bikin gereke em werin odê û ji tere bêjin û bi lîlîn in.. axa yê min o em nikarin gotinê bê namûsî qebûl bikin bi xwedê şeva çû kom û kuştina te li dîwanê danî ne axa yê min o hakimê min o hey lo xweş mêro hayê… axa yê min o Simaîl axa ne dî ne ne îmane zilamekî bê demîr e haveynê ojdan pêre nîne ji..
piştî ku Simaîl û her bîst û pênca axa ev gotin jê Ehmed Begê re gotin û zanîn ku wî gotina wa bawer kirin?

Ehmed Begê ji wan re got ka ez çi bikim hûn çi şîretê li min dikin. Simaîl jêre got Begê min tu biya me bike tê wî bi kuje beriya ku ew te bikujê heger ne îşev bê wê siba bê tu derba xwe lêxe beriya ku ew lit e xê..
Ehmed axa go çawe?
Simaîl jêre got axa yê min o ji kuştina wî rehet tir nîne sibê tê bakiyê û jêre bêjê dijmin û neyar sînor û hidûd bi meve ne hiştin e berxê bavê min o wî ji koza Behîca xatûnê bikşîne jêre bêje axa yê min o ez ji te mestirim lê bi mêraniyê ve tu ji min mêrastirî ez nikarin ling li pêşiya te bi dim ka rima dozde movikî di destê te deye di nava serê Hemdaniyê bi hejînê derbekî bavêjiyê li qolincê xîne berxê bavê min o deriyê bavê li mîratê bi gerî ne bila Zozanê jorî ji te bi tenê re bi mîn ê axa yê mino hêhêhê paşa yê min hey lolo hakimo hey lo xweşmêro hey lolo..
Hêhê axa yê min o dilê min delo dîne sibî dema ku tîrêjê rojê tavêjin ji mala xwedê roja me derdikevê ji pişta çiyê ji mala Rebil Alemîne. Ehmed axa yê delo dîn li cotê xulama dike gazî cawaniya boz ji min re ji tewil xanî bîn in. xulam lezdikin û di lezîn in Hemdaniyê jêre ji tewle xanê derdixîn in.. Ehmed axa bavê Şemdîn weka bazekî birçî xwe avête ser pişta
Hemdaniyê û berê xwe da ber koza Behîce xatûnê jina Hisên axa axa yê delo dîn.. Ehmed li ber kozê sekinî û sê denga dîsa li Hisên axa yê delo dîn dikê qêrîne dibê derabe derabe beranê bavê min o derabe.. birê min o dilê min dilekê delo dîne ez bala xwe didimê sînorê me dîsa dijmin û neyarê me dîsa tê de danî ne û tu li kêleka Menîce xatûnê raketiye heyê te ji bayê felekê ti nîne qey çavê te lêye ku dijmin û neyarê me bên bi gulî û dêmê keç û bûkê me bigrin û bûkê me ji himbêzê mede derxin û sê guliyê hinekirî dîsanê bûk û zava ji hundirê kona derîn in hey axa yê mino..?

Dema ku dengê Ehmed axa yê delo dîn kete guhê Hisên axa.. axa yê delo dîn heyvanê aqil û sewdan di serê wîde namînê weka logikekî harbûyî çav li serî sor bûn weka dîna ji nav nivîna da xwe. Weka çêrekî birîndar ji ser birînê radibê birînê wî derdikevin ji nav ciya û badikê Mence xatûnê ka ji min re Hemdaniyî û cilê min ji min re bîne. Menîce xatûnê li bayê bezê qarçek û hespê Hemdanî ji tewilexanê derdixînê kom û koloz li nîvê aniyê datînê şal û şapikê Botanî li xwe dişdînê radijê rima dozed movik û ji Ehmed axa re dibêjê bira yê min de bajo bajo beranê bavê min ez bi tere ax lolo de bajo xweşmêro hakimo de bajo lolo de bajo..
Hêhê paşayê mino dilê min dilekî delo dîne her dû bira bi rêketin Eşîrê da dûv wan lê herdû bira li Elê zîvirîn ji wan re gotin lawo vegerin îşê we ji me nîne em herin ka bê ev kîne yê ku ketine sînorê me. Herdû bira bi kêleka hevdû ketine berê xwe dane welatê jorîn.. axa yê mino Ehmed axa badikê Hisên axa bavê Hemdîno birayê mino ez ji te mestirim bi emir tu qedir û marîfetê min digrê li ser serê min lê bi mêraniyê ez ji te ne mêrtirim ji min zêdeye ku ez bidim pêşiya te dilê min dilekî delo dîne birayê min ez bi nav sala ketime û kevelê min tenik bûye tirsa min ewe dema ku ez çav li neyara kevim cegerê min bişkê û ez bi çûnde vegerim lê ez di zanim te gelekî şerê Şemera û Turka kiriye bi qesema navê xwedê heyvanê xofa insane di nava te de nîne çavê te ji wan naşkê de bajo berxê bavê mino hey ooo lolo birayê min bajo hakimo hey lolo de bajo.. Hêhê axa yê mino eva axa bi qunaxa sê şev û sê roja ji Zozanê jorî dûr dikevin Ehemed axa xwe hinekî ragirt ta ku Hisên da pêşiya wî li dora xwe meyzand devereka kere newaleka kûre ji xwedê pêve kes xuyanakê ji xwe re got ev yamîne rahişte rima dozdeh mitro û di nava guhê Hemdaniyê re avête birayê xwe lê mirma wî li pêşiya Hisên axa yê delo dîn bi sê mitroya li pêşiya wî dikevê û mitrekî di erdê de di çikilê.

Hisên axa yê delo dîn lê di zîvirê jêre dibêjê te xêre birayê min te elame berxê bavê mino hey lo?
Ehmed axa badikiyê keko min ji tere di got em boza xwedî nekin çirtin oxir dînin ev mîrata dema ku di kevin welatê xerîb û xurbetê tim û dayî dilikumin yan wê stûyê siwarê xwe bişkîn in yan wê deriyê siwarê xwe li mîratê bi gerîn in berxê bavê mino min ji tere di got em va Hemdaniya xwedî nakin çirtin oxir sizin wê rojekî yek ji me derbekî li yê dî bixê wê çira bavê min ji diniya yê bi tefîn in biratî destê biratiyê gelekî şêrîne.. nakevê serê Hisên axa ku wê birayê wî xiyanetê lê bike ji ber ku ew pir ji birayê xwe hesdikê ji wî weye ku birayê wî jî wisa jê hesdikê ji lewma jê bawerkir ku hespê wî likumiye û rim ji destê wî pekiye. Hisên axa cardî li pêşiya Ehmed axa dikşînê lê xenzîrê Ehmed axa vê carê çaçanê Romanî di hejînê û di nava guhê Hemdaniyê re tavê birayê xwe Hisên axa rimekî tavêjê li qulinca çepê dixê di depa singê re davêjê mirênî ji Hisên axa bavê Hemdîno tê mirênî ji gewdê wî xweşmêrî ji
ser pêşta Hemdaniyê weka çiyakî têxwarê.. xwîna sor şerîtê xwînê di ser pişta bozêde dirjînê.

Dema ku termê Hisên ji ser pişta Hemdaniyê tê xwar Ehmed axa çû di ser termê birayê xwe re sekinî zanî ku mir ji wir bi şûnde di veger piştî qunaxa di roja ji termê birayê xwe dûrket di aliyê başûrre di zîvirê berê xwe didê malê nêzîkayî li malê dikê dî wa şîn boza birayê wî tê kêleka şîn bozê bi xwîne qêrîn bi êlê di kevê Mencê Xatûnê dirabê ber bi bozêde di bezê siwarê wê nabînê bi lez li malê vedigerê Hemdî raza ye Mencê Xatûnê sê denga badikê dibêjê de dera be dera be berxê bavê mino dera be lololo. De lawo mino dilê min dilekî delo dîne mîrata bavê te hatiye û kêlek bi xwîne ez dêna xwe di dimê ez nizanim ne dîsa min mejiyê kera xwariya yan dîsa ez dewixîme ez nasnakim derba li Hemdaniya bavê te ketî ji paşve ye dikim û nakin çavê min na fitirîne qesem bi navê xwedê ez nizanim qesasê bevê te kiye ez der naxînim derba bavê te ji paşve lê ketiye berxê bavê min o dera be.
Ê hêhê axa yê mino xelkê deverê teva bihîst ku Hisên axa yê delo dîne hatiye kuştin axa û maqul tev hatin ser dana wî rê û rêwanî li binê konê wî nîne. Axa û Mîreka ji Ehmed Begê axa yê delo dîn pirsîn çawe Hisên Begê hate kuştin..?

Kes nizanê kî deriyê kî li mîratê gerandiye axa yê mino te xêre bavê Şemdîno kolikê pazde mîrata di mala min de îro fesad û ewana xwedê tehala dîsa ji wan re ne hêlê..
Ehmed Begê ji wan re got xwedê wekala em ketin sînorê welatê jorî berê me li Zozanê jorî bû piştî qunaxa sê şev û sê roja ji nişkê komek eşqiya û mehkom li pêşiya me derketin min ji Hisên axa re got birayê min em îşê xwe ji van eşqiya nayn in emê bi rêya xwe de herin lê wek hûn dizanin birayê min Hisên bihna wî tenge di çengek avdê di fetisê. Hisên axa yê delo dîn êrîş kire eşqiya lê ji paşve rimek li neqeba herdû polê wî dan di serê singa wî re derket.. piştî ku kekê min Hisên hate kuştin min bi hikmê lingê hemdaniyê xwe bi zorê ji nav destê wan xilaskir. min got yek ji me çû bila ne bin do da ku çira me ji diniya yê bi carekî bê serî nemînê û welatê me welatê jorîn û eşîra me bi xwedî ne minê.. hêhêhê axa yê mino hemî axa û dost û dijminê wî li binê konê wî rûniştîne dêna xwe dane Ehmed axa ku gelek adize ji lewma ji xulamê xwe re got herin biraziyê min Hemdîno ji min re bînin bila li hundirê odê rûnê bavê wî çûye pir adize wê li vir serba wî were û xwe ji bîr bikê û heger ku ew newê bila ew pîra diya wî werê dema ku diya wî li odê li pêşberî min rûnê weka birayê min rûniştîbe. De ku re herin biraziyê min Hemdîno û diya wî ji min re bînin bila li şona bavê xwe li odê rûnê wê bihna min pê fere bibê bi sê qesem nave xwe dê bihna min tende heyvanê aqil û sewdan di sere min de nema ye.

Mence xatûnê û Hemdîno li oda xwe rûniştîne bihna wan tenge erd ni kare wan hilgirê rêya wan di kevelê wan de nema ye Hisên axa yê delo dîn hetiye kuştin serî li wan gera ye. Hemdîno sê denga ba dike diya xwe jêre dibêjê heger ku ez kurê tebim û ji hinavê Hisên axa yê delo dîn bim bi qesema navê xwedê ez dên û bala xwe didimê ew derba ji paşve li Hemdaniya bavê min ketî û şerîtê xwînê bi ser de rijane ez çiqas dên û bala xwe di dimê di serê xwede dibin û tînim ez dibêjim yê ku bavê min kuştî ji apê min pêve heyvanê isana nîne ha diya min wa yadê bawer neke ku kesî bavê min kuştibê bavê min ew keleşê mêra reba wî ji paş ve lê ketiye ew bi xiyanet hatiye kuştin û yê ku kuştî apê min e. Mence xatûnê li kurê xwe vedigerîn ê. Jêre dibêjê kurê min bi sê qesem navê xwedê gotina te raste tu ji pişta Hisên axa yê delo dîne. Kurê min ez jî weka te hingî dêna xwe didim.

Hemdaniya bavê tee z bawer nakim kesî bavê te kuştibê ji apê te pêve lê kurê mino tu zarokî te qeweta apê xwe nîne apê te zilamekî delo dîne madem ku karî birayê xwe bi kujê wê niha derbekî li texê wê çira bavê min bi carekî ji diniya yê vemirînê. Kurê min bila xwedê sebrê bidê t eta ku tu bibê xort û bi ser xwede werê wê çaxê here heyfa bavê xwe hilîne. Kurê min bila ew şîrê min tu pê mezin kirî di hinavê tede bibê şehir û zehferan heger ku tu heyfa bavê xwe di zikê kesî de bilêlê de rûnê kurê min derûne paşa yê min o sere min bi goriyo çira bavê min o de rûne.

Hemdîno li diya xwe vedigerînê û jêre wisa dibêjê lêlê yadê dilê min delekî dilo dîne we pîreka ne dîne û ne ojdane hîna em nizanin ka meytê bavê min li ku maye qey nêta te xirabe qey te çavê xwe berda ye apê min Ehmed yadê tê min sêwî li ber dîwar û tehin û niçê xelkê bihêlê ma eve ojdanê we pîreka yadê bi sê qesem navê xwedê ezê pêşî çira bavê te ji diniya yê bi tefînim û dûvre ezê herim dîwana bavê xwe yan ezê heyfa bavê xwe hilînim yan wê min li şûpa bavê min bi şînê yan ezê li şûna bavê xwe rûnim. Yadê heger ku îro ezapê xwe ne kujim û fincanek xwîna apê xwe venexwim belkî ji nûve sekeriha hinavê min bişkê ez hinekî ji xwe re rehet bibim û karibim rûnim tebata min nayê lê yadê. Diya wî ba dikiyê jêre dibêjê berxê bavê min o dilê min dilekî delo dîne ê ê ê de bese lawo bav ê min o te te agir bi hinavê min xist tev bû qetîtikê xwîn ê soz û qirarê xwedê li cane min ketibê piştî çavê Hisên axa yê delo dîn nîkaha mêra li min herambê kurê min ne bêjê nebilîn e hîn tu xortî cahilî aqilê te nîn e zilamê birayê xwe bi kujê ez di tirsim derbekî li texê tejî bi kujê berxê bavê min o ma tu ji min pepûka xwedê re nabêjê namûs û xîret girana ma tê min ji kîjan kopelê mêrê xelkêre li ber dîwara bê tar û tur bihêlê berxê min o ho hohoh hey ho lawo min o axa yê min o barxê bavê min o.

Hê axa yê min o dîsanê dema ku xulamê çûyîn pey Hemdîn o û Mencê xatûn ê ew razîkrin û bi çeplê wan girtin berê wa dane oda apê wî Ehmed axa yê delo dîn. Dema ku Hemdîn û diya xwe çûne odê rê û rêwanî di odê nebû bi derbasbûna wan re tev di ber wan de rabûn. Wek pêla deriya li wê odê ket tev di ber wan de rabûn Ehmed axa bakire xwe were lawê min o li kêleka min rûne were biraziyê min were berxê bavê min were li kêleka apê xwe rûne were lawêê min hêhê.. hêhê Begê min o dilê min dilekî delo dîne Ehmed axa ji Hemdîn re dibêjê were li kêleka apê xwe rûne lê Hemdîn ne çê cem apê xwe. Hê hê Begê min o dema ku Hemdîn di deriyê odê de û apê wî jêre got were li kêleka apê xwe rûne lê Hemdîn wî xweşmêrî bersiva apê xwe ne û di derê odê de li nav şekala wî û diya xwe çokê xwe berdana erdê. Ehmed axa bakire Hemdîn lawê min o tu ne bi qasî min ber bavê xwe ketî ez birayê wî me tu kurê wî lê bihna xwe fere bike xwedê mezine heger ku xwedê rihê min ne stînê ez heyfa bavê te li erdê nahêlim. Berxê bavê min o tim û tim xelkê hevdû kuştiyê û heyfa wan di zikê hevdeye lê ez apê teme ezê li pêşiya çavê te heyfa bavê te hilînim xema nexwe berxê bavê min o. dema ku Hemdîn va gotina ji apê xwe di bihîzê çavê wî sorbûne weka di fincanê xwînê aqil di sere wî de namînê di bin cava re li apê xwe di meyzînê û diya xwe di niqurçînê û badikê apê xwe jêre dibêjê apo dilê min dilekî delo dîne te birayê xwe Hisên axa yê delo dîn dîtibû ez bi xwe lawê wî me soz û qerarê xwedê çiqas ez didim aqilê xwe ne bêjê Hemdîno bê aqile tiştekî fêmnakê ez çiqasî didim aqilê xwe kes qesasê bavê min nîn e ji nefsa cane te pêve gerek ez fincanek ji
xwîna te vexum belkî sekeriha nava min bişkîne apo xayîno lolo..
Lolol axa yê min o dilê min dilekî dilo dîne Ehmed axa ji biraziyê xwe re dibêjê emiro quto tu va gotina dibêjê bi sê qesem nave xwedê heger tu ne di nav vê alemêdeba mine serê te weka yê kûçikekî jê bikira û li pey bavê te bavêta derahanê. Hemdîn li apê xwe vegernad go apo wê roja ku Simail axa û bîst û pênc axa yê Zozanê jorî hatîn oda te hatin oda bavê min xwestin we berdin hev û fesadiya te li ber bavê min kirin lê bavê min ji odê berda wan û gotinê wan ne xistin sere xwe. Piştî ku bavê min ji odê berda wan ji nûve berê xwe dane oda te û gelacî li ber te kirin û ji tere gotin em axatiya bavê Hemdîn li ser xwe qebûl nakin lê te ji wan bawer kir û te xiste serê xwe û ev derba bê îman li bavê min xist ma te çi heq li me hebû te çira bavê min tefan ji darê dinê diya min hîn ciwane û ez hîn zarokim ma çawe dilê te biyatekir tu bavê min ji paşve bikujê ma gunihê te bi min nehat axa yê min o. ma çawe te qebûl kir ku biraziyê te sêwî li ber dîwarê xelkê li ber destê amo jinê bimînê ma guhinê min çibû te derîkê min girt û çira min ji diniya yê vemirand lo xayîno apo.

Hemdîno badikê diya xwe wa Menîca xatûnê rabe rabe yadê dilê min dilekî delo dîne erd û ezman min nahemilînê ez li pêşiya qesasê bavê xwe rûniştîme ez nikarim agir bi hinavê min ketiye kezeba min dibê parçe parçe tev bû terîşê xwînê yadê rabe tu radibê rabe tu narabê sê qesem bi nave xwedê ne tu diya min û ne ez ji tere dibim kurr ji îro pêde gotin û galgala te li min heram be. Hê axa yê min o Mence xatûnê bi destê Hemdîn girt ji oda Ehmed axa yê delo dîn derket û berê xwe dane konê mezin lê jinik bi aqile dêna xwe dayê go ya rebî lawê min hîn zaroye û qeweta vî zalimî nîne di go lawê min o her tu biya diya xwe bikê sebra xwe bikşîne xweda xefûr û rehîme diniya dûlaba tim di sala li hev nayê salek weka salad î na dûmînê lawê min o berxê bavê min o biya min bike emê weka xwîniya berê xwe bidin welatê xerîb û xurbetê ta ku emrê te bibê sêzde çarde sal bila şîrê min lit e bibê şehir û sehferan ku ti newê konê xwe li şûna konê apê xwe daney nê lawê min wê çaxê heyfa bavê xwe hilîne berxê bavê min o.

Hemdîn biya diya xwe kir li ber konê xwe sekinîn û konê reşê giran li erdê dan û berê xwe dane welatê xerîb û xurbetê sê roj û sê şeva ji welatê Zozanê Şerefdînê dûr ketine gihane mêrgekeka xweş dêna xwe danê kes li wê deverê nîne ne ins û ne cin konê xwe li wir berdana erdê di roj sê roj di ser wan re çûn konê wan weka hêka qitkê bi tenê li wê mêrga şîn . piştî çend roj di ser wan re çûn hin kesê dî hatin kona xwe li dora wa danîn. Hemdîn ji wan pirsî hûn kîne ji kû tên jêre gotin axa em mehkûm û eşqiyan e em hatine me xwe li nav û dengê te girtiye ji îro pêde ti axa yê me û em xulamê te ji tere fidawîne. Hê hê axa yê min o konê wa heroj zêde dibin çend salê wan qediyan konê wa bûne heştî kon pênc sal di ser wan re bûrîn konê wa bûne sed kon. Rojekî ji rojê buharê birek mitirbê Zozanê welatê Şeref dînê li dana xwe di gerin li wan kona rast hatin Mence xatûnê ji wan di pirsê lawo hûn ji kune? Mitirb dibêjin em ji Zozanê jorîne. Mence xatûnê ji wan re dibêj jib o xwedê hûnê kemançe û tembûrê xwe bînin û çen dîloka li ser Zozanê jorîn bêjin em gelekî adizin li ser welêt.

Mitirba rahişte kemançe û tembûrê xwe li ser kabê xwe danîn dibîjin xatûna min kolikê dowaz de mîrata li mala Ehmed axa xînê em pêhisan ku wî birayê xwe kuştiye û mala xwe li dozdeh mîrata di gerînê çawe jinbira wî û biraziyê wî xwînî bûne û bi deriya ketine ji welatê Zozanê jorî barkirine kes nizanê bi ku konê xwe li ku danîne. Hê hê axa yê min o
çawe ku Mence xatûnê va gotina di bihîzê çilapekê rondika ji çavê wê di gindirin. Karê Hemdîno bûye nêçîr li wan çol û bêlana êvarî dema ku hate malê dî va diya wî bi mehde jêre got yadê bi sê qesem nave xwedê te bêriya Zozanê jorî kiriye bi qesem nave xwedê ji nûve em hew agir li vir pêdixînin lazim sê rojê min bi qedin roja care ez konê xwe li şûna konê bavê xwe deynim û gom gom û misînê qehwê pêxînin yadê em ketine welatê xerîbiyê kes me nasnakê û qîmetê mêra nizanê.

Yadê em li welatê xerîbiyê ne kes nizanê em kîne û bezê gohê bavê me ji kuye. Yadê dema ku mirov ne li ser axa xwe be kes qîmetê wî nizanê. Êvarî dema ku meclisa wî gera û xelk hatin dora wî dêna xwe danê ku axa yê wa bê mehde. Jê pirsîn xwedê xêrkê axa em sed kon li dora tene em bi sed zilam bi zarok û namûsa xwe ve axa em tev ji tere gorîne. Hemdîn ji wan re dibêjê dilê min dilekî delo dîne ez ne zilamekî bê xwedî me ez xulamê we teva me ez Hemdîn im kurê Hisên axa yê delo dînim xwediyê welatê jorîm e di nav min û apê min de tiştekî giran çêbûye di nav mede xwîn û kuştin çêbûye. Her des zilama jêre got me berê ji tere gotiye em ji tere gorîne tux we bavêjê behrê emê xwe li pêşiya te bavêjin avê her sed konîpêre barkir û berê xwe dane Zozanê Şeref dînê sê roja roja çara Hemdîn axa konê xwe di cihê konê bavê xwe de danî gomgomê qehwê li ser agir danîn û desmal li ser şerîtê kon danîn.

Sibî Simaîl axa rahişte misînê nimêjê derkete ji derve diniya mij û morane dî va konekî li şûna konê Hisên axa daniya şingîna gomgom û misînê qehwê ye baş dêna xwe da kon naskir kku ew konê Hisên axa bi xwe ye hatiye li çûna konê bavê xwe daniye. Simaîl axa zanî ku Hemdîn hatiye heyfa bavê xwe hilînê di serê xwede bir û anî ji xwe re got ya baş ewe ku ez herim xwe bavêjim tor û bextê Hemdîn o belkî rehim bikevê dilê wî û min efo bikê ev zilam herger ku ne ji bavê xwe zalim tirba ne dihat konê xwe li şûna konê wî danetanî. Dive ez xwe ji wan dûr bikim ew ap û birazîne ya min çiye ez bi kevim di nav wan de serê wa li zikê hev. Axa yê min o simaîl axa bi sehara sere sibêre siwar bû û berê xwe da konê Menîca xatûn çû xwe avête bextê wê jêre got guneh ji piçûke û efo ji mezina ji bona xatirê xwedê ew birayê hev bûn û malê hev li deriya digerîn in ya me çiye tê me bibê cem Hemdîn o bila me efo bikê îşê me ji van galgal û gotinê ha nîne em û apê xwe inşaela yek li cihê yê dî rûnê.

Maqûlo min odilê min dilekî delo dîne hêhêhêh Simaîl axa ji Mencê xatûnê re dibêj ji bona xwedê tê efoya me ji cem Hemdîn o bînê Simaîl axa rahişte sola Mencê xatûnê li ser serê xwe danî. Dilê Mencê xatûnê bi wan şewitî rabû da pêşiya wan û berê xwe da konê Hemdîno. Mencê xatûnê kete derî û ji Hemdîn o re got lawo min ez ketim bextê te û bextê xwedê. Hemdîno ji diya xwe re got yadê ne hefoya apê min Ehmed û Simaîl be çi be ez efo bikim yadê tu çi ji min bi xwazê lê van bi tenê ji min ne xwaze. Mence xatûnê go lawo mino ev qerwaşin ne mîrekin îşê wan ji tiştekî nîn e tê efoya Simaîl axa û bîst û pênc mîrekê Zozên bike îşê wa ji tiştekî nîne berxê min o axa yê min o. Dema ku Hemdîn dî diya wî çi lavlav û zare zar û hêviyê jêdikê devê wî li ber diya wî negera rabû efowa Simaîl û bîst û pênc mîrekê Zozanê jorî da û ji Simaîl axa re got tê herê gelek silava li apê min bikê bila xwe ji min re berdê meydanê bi qesema nave xwedê ez narûnim yan wê min jî weka bavê min bi kujê û yan ezê wî bi kujim û yan wê ewjî weka min xwînî bibê û çend sala herê welatê xerîbiyê ta ku rehim têkevê dilê min ezê herim wî ji welatê xerîbiyê vegerîn im paşayê min o. simaîl bi lez ji bin konê Hemdîn derket û berê xwe da konê Ehmed jêre got axa yê
min o dilê min dilekî delo dîne xuyadikê te haj bayê felekê nîne rabe dêrbûnê li ber çavê xwe deyne û binêre wa Hemdîn axa konê xwe li çûna konê bavê xwe daniye bi qesem nave xwedê ku lit e werê xezebê wê koniya bavê te ji diniya yê bi qetînê. Hemdîn gotiye bila apê min karê xwe bikê û xwe ji min re berdê meydanê bila mêr bê û bi kêrî xwe werê û yan konê xwe barkê ew jî weka min çend sala li welatê xerîbiyê deyne piştî çenda sala dibê ku dilê min pê bişewitê ezê herim wê vegerîn im.

Ehmed axa da aqilê xwe ji xwe re got min bavê wî kuştiye min qeweta wî nîne çênabê ez wîjî bi kujim û di rêya bavê wî de bişînim ji lewma li xuma û qerwaşê xwe dike gazî konê xwe ji nava kona datîne berê xwe didê welatê xerîbiyê ev axa yê zalim xwînî bû û berê wî kete welatê xerîb û xorbetê lê yek ji eşîrê pêre ne çû. Ehmed axa û şivan mivanê xwe ji nav konê giran bi rê ketin. Do axa bû îro bû xwînê bi deriya ket sere wî di berde li pey sewalê xwe di meşê nizanê wê bi kude herê axa yê min o de bajo xayîno de bajo. Çûn sê roj û sê şevê wan qedan şevekî di nîvê şevê de sewalê wan ma bi erdê ve şivana kirin û nekirin ne karîn devê sewalê xwe ji erdê vekin. Dema ku dîtin sewalê wan xwe ji mêrgê ber nadê man ta ku rojê li wan hilat dîtin çi mêrga xweş gul û nêrgiz çîçek û nefel bi ser hevde ketine li kaba mirov dixin Ehmed axa go em ciyekê xweştir ji vî cî xweştir û çêtir nabînin ji şivanê xwe re got em xwînîn e kuştina min heye lê çûna min ji vê mêrgê nîne. Konê xwe li wê mêrgê danîn gomgom û misînê qehwê li ser agir danîn dû bi konê wan ket.

Çima tu nabêjê ew mêrg ya Xelîl axa ye sed eşqiya yê wî hene êleka giran li pişta wine li hidûdê belekê berfêde di hidûdê Tahir Begê de danîne dîsa tu bi ser Xelîl axa de bavê Xezalê de bişînê hêhêhêh axa wo hat pêşiya êlê. Hê hê axa yê min o dilê min dilekî delo dîne dema ku sibî roja me hilat ji mala xwedê tîrêj û şewq û şemalê xwe tavêjin pozê zinarê bilin li hev di meyzînin Xelîl axa di rajê dêr bûnê li ber çavê xwe datînê li mêrga xwe di meyzînê di bînê wa di sê kona di mêrga wî de daniye badikê gelî xulama rebê alemê rebekî xefûr û rehîme em li mala xwe rûniştîne seyd û nêçîrê ji mere di şînê. Xelîl axa ji xulamê xwe re got rabin êrîşê berdin wan konê li mêrgê herin malê dinê li we helal be lê namûs û pîrek û qîza ji axa yê xwe re bînin axa yê min o xweş mêro lo.

Sê çar firsan û egîdê bi nav û deng di nîşne li hespê xwe siwar bûn berê xwe dane mêrga Xelîl axa di hidûdê belekê berfêde ye axa yê min o bi hilata rojê re li talanê wan dixin talanê wan ji ber kon tajon. Eyşê keça Ehmed axa axa yê delo dîn dî ku hina li talanê wan xist rivînê êgir ketin nava wê hema hêdîka da xwe rabû berê xwe da aliyê malê bakire bavê xwe de rabe bavê min de rabe xayîno wa yabo. Dema ku li talanê wan dixin namûs girane Ehmed axa ji kurê xwe Şemdîno re nabê jê ew bi tenê li pêşiya û mehkûma di zîvirê tanalê giran vedigerînê wê rojê ebreta bi serê hevde tînin kevir û kuçikê çiya bi ser hevde di barînin derbek li bejin û bala bavê Şemdîno xistin termê wî xweşmêrî li mêrga Xelîl axa bê xwedî û bê semiyan dimîn ê.. Eyşê badikê wa yabo dilê min dilekî delo dîne zilamê xayîn û qesas û bêbext çiqa bike û neke têr xwarina wî nîne xwedê rêya rast pêşnakê yabo tee m kirin xwînî ez ne ketime ber kuştina te û ya bira yê xwe lê namûs û şeref giranê ez ketime ber namûsa milûkê û axa yê Şeref Dînê wê li welatê xerîbiyê li şûna xwînê bimînê lolo. Dema ku Eyşanê dibînê ku bavê wê li wê mêrgê bi destê eşqiya rivînê êgir bi hinavê wê dikevin badikê birayê xwe Şemdîno rabe berxê bavê min o rabe belkî tu namûs û şerefa min ji nav
destê neyara xilaske bi revînê wa bavê me kuştine li ser serê me qiyamete birayê min o tê şêr nekê tu zaroyî ji bona xwedê te qal û qewamê giran bi çavê xwe ne dîne dexîlê xwedê me tê me li Zozanê Şeref Dînê li cem pispamê xwe Hemdîn o vegerînê hey lo lo berawo xerîbî zehmete.

Hê welatê xerîbiyê gelekî zehmete lawok cahile hîn xerîbî bi çavê xwe ne dîtiye qewet û îmdad û gaziya wî tinîne dilê wî bi hale wî şewitî çilobekê histira di barînê. Dema ku Eyşanê dît birayê wê çilabekê hêstira di barînê da xwe rabû jêre lîland Hemdîn jî wêr hatiye li hespê xwe siwarbû li pêşiya talanê xwe zîvirî talan vegerand sê çar xulamê Xelîl axa poz û guhê wan jêdikê bi ser wî de di şînê ji wan re dibêjê ji axa yê xwe re bêjin ev ne şerê şivan û gvana ye bila axa bi xwe girêdê ji min re dakevê meydanê Şemdîn o kurê Hisên axa axa yê delo dîn axa yê Zozanê Şeref Dînê pismamê Hemdîn kurê Ehmed axa bi çavê serê xwe bibînê hey hey lolo xweşmêro axa yo şer girane. Hê axa yê min o lawik cardî siwara di mêrga Xelîl axa de di kujê û li mêrgê weka lehingek birîndar herimî..

Dema ku Xelîl axa çav lê kir xwe girê da û xwe berda mêrgê çavê wî sor bûne weka di fincanê xwînê çîrke çîrkê diranê wiye aqil û sewdan di serê wî de nema ye zanê yê kuştinê ye hewar û gaziya Zozanê Şeref Dînê nîne dûre gend nagihê wan.
Xweş mêro serê hemdaniyê bi ser Xalîl axa bavê Xezalê de dişkînê Xelîl axa lê di meyzênê çi pêlewaneke li dora hev çûn û hatin Şemdîn o ji paşve di gihiyê dest û lêngê wî girê dan ew li binê kon danî bi dare zorê dare kotekê keça wî Xezalê jêdistînî ba melakî dike li gor irf û adetê diniya yê li xwe mehir dikê.

Xelîl axa dêna xwe dayê ku ev zilamekî bi nav û nîşane jêre got birazî ez xitiyar bûme nema bikêrî şêwir û mişêwirê eşîrê têm ji îro pêde tê li ser textê paşatiyê rûnê ezê vê eşîra giran bispêrim te ji îro pêde îşê min bi karê eşîrê nîne lê nêta Xelîl ku bi xiyanek karibê xwe ji destê wî xilasbikê ji lewma piştî ku jêre got ez xitiyar bûme nema kêrî karê şêwir û mişêwirê eşîrê têm.?
Xelîl axa zilamkî xayîne ismê bet û ojdan di serê wîde nîne kaxetekî dinivîsînê û ji Tahir Begê Milûkê belekê berfê re di şînê. Tahir Begê di rabê qewetek giran bi xwe re hiltînê sê ça roja roja pênca çadirê xwe di hidûdê mêrga Xelîl axa de bavê Xezalê de datînê tê dêna xwe didê wa find û likusê wan vêketîne weka stêrikê li ezmana rast û çepê hev danîne. Sibî di Egîdê xwe şandin ber konê Hemdîn o jêre gotin ka mêrxasê we kîne bila ji mere dakevin meydanê bi qeseda nave xwedê emê mêra bikujin bûkê dest bi hine ji bin kona derxînin hê hê axa yê min o.

Kes naçê şer ji Şemdîn o pêve. Şemdîn o xwe girê da ji bo şer û ji wan re dakete meydanê îro dewaran û qêrîne kurê bava xwe berdana meydanê hewe hewa fire fire hemdaniya mij û xubara wan li ezmanê hefta disekinê şadih û şihûdê vî xweşmêrî mêra di kujê dîsa sîlaha ve digerînê. Tahir Begê lê di meyzînê û di firsanê wî li kêleka wî rûniştîne dîtin çawe Şemdîn o siwarê wan bi ser hevde di kujê rabû ji wan firsana re got de herin wî zilamî ji min re bi kujin. Herdû fêris daketin meydana şer ji serê sibihê ta roj hilkişa nîvê ezmên dozed birîna li kêleka Şemdîn o dixînin şerîtê xwînê bi ser bejin û bala wîde di herikin Şemdîn li Tahir axa di zîvirê jêre dibêj lawo eşîra te girane min qeweta te nîne tê sê çar roja muhletê bidê min ta ku birînê min rehet bibin bi sê navê xwedê ez narevim soz û qirarê min li xwedê kuştina min heye reva min nîne pêştî birînê min saxbibin emê ji nûvre ji hevre emê mêr mêraniyê rajin hevdû ka wî welatê Xelîl axa û Xezalê û kuzê gurciya ka wê ji kîre bimînê bi helaliya xwedê. Hê hê axa yê min o hecî Tahir axa ye maqûlekî dilê wî bi rehme jêre dibêj hema here mehekî li male rûne axa yê min o Eîşê û diya wî li ber serê wî rûniştîne û qîre qîra wa ye dibêjin em ne ketine ber kuştina te kuştin kuştina mêra ye em ketine ber wê xemê wê namûsa me li welatê xerîbû xurbetê bimînê berxê bavê min rabe emê te bi çar dara girêdin dev ji malê dinê û terş û sewalê berde belkî hema tu namûsa me bi şerefî bi Zozanê Şeref Dînê bighînê axa yê min derabe lolo.

Axayê min o dilê min delo dîne dema ku Eyşê û diya xwe wisa jêre dibêjin Şemdîn o ji Eyşê re dibêjê xweha min ê izarîl û cibraîl bavê min bin felata min nîne ez dizanim min izraîl bi çavê serê xwe dîtiye wê rihê min bistînê heyvanê felata min ji destê wî nîne diya min pîre kes îşê xwe jê naynê lê tu qîzî ciwanî tê xwe bi pismamê min ve bighînê bi qewil û Resûlê xwedê min tu da lawê apê xwe Hemdînê here bila xîreta û namûsa me hete ewlad ewladê me li şûna xwînê nemîne tê jêre bêjê gelek silavê Şemdîn o lit e heye xweha xwe hedî û carî ji tere şandiye lê heger ku ji tere got ezê herim li hewara wî tê jêre bêjê beriya mehekî Hemdîn û bavê xwe û diya xwe emir daye hazira ez tenê mame min namûsa xwe xilas kir. Xweha min ez ketim bextê Reb Elalemîn tê ji pismamê min re bêjê bila newê xezeba Tahir Begê Melekê Milûkê belekê berfê girane evdê xwedê kevir û koçê xwedê Tehala nebînê lololo.. hêhê maqûlê min o hingî Hemdîn û diya xwe ji keçikê re dibêjin keçik gotina wan naş kînê ji nîvê şevê pêde li Hemdaniyê swarbû û serê Hemdaniyê bi Zozanê Şeref dînê de berda ka tu li kûyî.

Tu nabê Hemdîn o xewnek ne baş dîtiye diranê kursiya bi carekî ji devê wî di Kevin xewnek xirab li pismamê xwe dîtiye ji diya xwe re dibêjê yadê apê min bê aqil bû tiliya xwe di çavê xwe ra kir wî birayê xwe kuşt ma gunehê eriz û îyalê û zarokê wî çiye min xistin welatê xerîbû xurbetê û hêsîr bi çol û bêlana ketine. Lê yadê ez di tirsim apê min bi kêrî xwe newê li welatê xerîb û xurbetê bibe kêmasî ji mere namûsa Milûkê Zozanê Şeref Dînê li welatê xerîbiyê bi qesem nave xwedê tu razî dibe bibe tu razî nabê ez îro herim apê vegerînim lêlêlê hey lolo. Hê maqûlê min o dilê min dilekî delo dîne ew di roje keçik rêd ye şev tariye mirov teliyê xwe di çavê hevre bike mirov hevdû nabînê bi qureta xwedê herdû li hevdû rast tên bi firêniyê Hemdaniyê herdûka re ya Hemdîn û Eyşê herdû di cihê xwe de di sekinin di wê tariya xwedê de kes kesî nabîn ê Hemdîn o badikê siwaro tê bi qedrê Rebil alemînkê tê ji min re bijê û bi byline kulê dilê min giranin di hinavê min de hatine qetîtikê xwînê. Siwarê sê konê wesfedanê wan wisa ne ma te ne dîtine tu nizanê ew li kune te tiştek li ser wa ne bihîstiye.

Eyşê lê vegernad got tê bi qedrê pêxemberkê tê îşê xwe ji min neynê ez zilamekî xwînîm e îşê te ji min nîn e demekî baş bi hevre dan û standin Şemdîn dengê Eyşê keş apa xwe naskir jêre got tê bi qedrê xwedê kê tê ji min re bêjê tu kyî. Keçikê lê vegernad go ez xweha şemdînê qîza Ehmed axa yê delo dînim ezê herim Zozanê Şeref Dînê cem pspamê xwe Hemdîn. Hemdîn bakir lêlê delala min lêlê hevdû naskirin hatin li ber hevdû sekinîn Hemdîn o sê denga li Eyşê kire gazî go ji min re bêje ka hale we çiye çima tu bi tenê div ire derketî? Eyşê jêre got bavê min miriye lê beriya ku birayê min bimrê ji min re got here min tu dayî pismamê xwe Hemdîno. Hemdîn o jê bawer nekir jêre got tu diya min û xweha minî te derwer li min kir rastî ji min re bêje ji min re ne bibilîne bi qesem nave
xwedê kuştina min heye vegera min nîn e bi qesem heger ku sê mehê wan bin ezê herim wan bînim ez bi tere venagerim Zozanê Şeref Dînê û meytê wan li welatê xerîbiyê bimînê hema ji min re bêje ew li kune nîşanê kona bêje. Eyşê dike û nakê Hemdîn o venagerê.

Eyşê jêre got konê wan li kune. Hemdînê keçik şande cem diya xwe û berê xwe da welatê xerîb û xurbetê de bajo bavê min o bajo. Firênî bi bêvila Hemdaniyê ket weka teyrê baz sê roja xwe li mêrga Xelîl axa girt çav li kona kir nîşanê kona naskirin lê Hemdanî li ber kon sekiniye xwe bi şerîtê kona di xwerînê û diya Şemdîn o di ser serê wî re sekniye lê dikê baweşîn ê kalîn û nalîna vê hirmetê dil û hinavê mirov dêşînê qetîtikê xwînê di kezeba mirov re derdixînê goşt diçê hestî dimînê sibhanela galgalê vê hirmetê hewqa nava mirov di şewitînê.dibêjê ne nale ne kale hedar û seqar û evûr û qereça pîra diya te nayê. Hêhê Mîrê min o dîsa qêrîn û kale kala diya wî weka kalêna berxê bi ser makê de di barînê. Hemdîn o badikê diya xwe wa yadê xwezî beriya ku izraîl û cibraîl Melekê mewtê bi ser min de bihata destê pispamtiyê gelekî şêrînê jê xêra xwedê re min bi çavê serê xwe pisamê bi dîta bila çira bavê min bi carekî ji diniya yê bi vemiriya ez di tirsim ez bimrin û pismamê xwe Hemdîn o nebînim yadê mirina li welatê xerîbiyê zehmete ez dikim hewar û gazî lê welatê me dûre kolikê dozed mîrata li mala bavê min xist ku rê nesekinê ku apê min kuşt û em kirin xwînî û bi deriya xistin ez ne ketime ber kuştina xwe lê yadê tê li ber dîwarê kî bimînê lê yadê.

Hê axa yê min o dema ku va gotina dibêjê dîsa damarê cengê li aniya Şemdîn o rabûn erd û ezman nikarin wî li ser pişta Hemdaniyê hilgirin. Badikê lê wayê lê wayê sed qedab bi feqîriyê bi kevê li welatê xerîbiyê ez çi bikim destê bi tenê ta ku destê Şêrê elîbê deng jê nayê pismamê min Hemdîn o çiqas gava ti bêjê hewara min di hemdînê. Şemdîn o jêre dibêj ez pismamê teme ez koleyê teme ne ji te çêtirim tê bihna xwe fere bikê ta ku roj li min derkevê tê dîsa pismamê xwe dewlap Hisên axa bi çavê serê xwe bibînê. Hê axa yê min o Hemdîn o hicûm dike ser termê Şemdîno devê xwe dike qirika wî û maçdike û birînê wî dermandike ta ku melayê sibêhê bangdidê kul û der û elemê xwe ji hevre dibêjin û di bilînin. Sibî dema ku roj derket ji mala Rebalemîn teyê bigota qey defû dahol li dare wisa Hemdîn o bi eşiq berê xwe da meydanê li vî alî li wî alî Hemdanî bir û anî ta ku Hemdanî di bin de gerim bû ji xwere got ya Rebî ez di xwazim Tahir begê ji min re dakevê meydanê. Sibê Tahir begê kurkê xwe li ber çadira xwe danê ji di xulamê xwe re got lawo de herin ew timam bûye serê wî ji min re bînin û dagerin kozê diya wî û xwîşika wî û dezgirtiya min Xezalê ji min re bînin emê berê xwe bidin welatê xwe belekê berfê em gelekî li şûna waran man ev îro mehek me em ji bo di zilama sekinîn e de herin lo hey lo şer girane. Dema ku herdû siwarê Tahir Begê hatin Hemdîno li wan vegra go wa xulamno wa peyano wa qerwaşno lolo bela xwe ji min vekin ez ne Şemdîn im berxê bavê min o.

Hê axa yê min o dema ku ji wan re got ez ne Şemdîn im ji wan re got hê axa yê min o ez Hemdîn im kurê Hisên axa yê delon dîn im hîn di xortaniya min de bavê min tembiya wî li min hebû di got lawê min o hete ziriyet ziriyeta me hebê hûn tifika merê feqîr li diniya yê ne tefîn in em qesas û mehkum û eşqiya yê û serê axa û beglera ne herin îş û imdada min bi we nîn e hûn bên xebera ji min re bêjin îşê min bi we nîn e herin axa yê xwe bi şînin ez nikarin şerê şivan û gavan û xulama bikim serê dosêka jêkim zarokê wa bimîn in sêwî li deriya sibî ji min re bibin nifir çî li rabûn û rûniştina xwe nifira li min
bikin ez xortim herin axa yê xwe ji min re bi şîn in felek dewrane ka ji kîre dimîn ê axa yê min o.
Hemdîno dike û nakê ew xulam na vegerin û galgla bavê wî di bîra wî deye hema poz û guhê didoya di çelipînê û bi ser axa yê wan de di şînê ji wan re dibêjê lawê min ji axa yê xwe re bêjin ev Hemdîn e ne Şemdîn e bila ew ji min re dakevê meydanê. Çaxê ku bi wê sivikiya ha Hemdîn o pozê wan jêkir xulama zanî ku ev siwar neyê ku ew karibin şerê wî bikin û bi lez berê xwe dan çû li ber Tahir Begê sekinîn û jêre gotin axa yê min siwarek ketiye meydanê izraîl û cibraîl û melekê mewtê ne wek wîne di aniya wîde sê ra rabûne Restemîne ez bala xwe didimê hesabê mêra di nava wîde nîne mêra di kujê sîleha vedigerîne îş û elaqa me bi vî zilamî nîne heger tu mêrekî mêrxasî qesem bi navê xwedê ku dezgirtiya te bi darê zorê darê kotekî ji xwe re bibê îşê me jê nîne zarokê me hûrin bila sêwî nemîn in me qama şerê vî siwarî nîne axa yê min o hey lol heylo.

Axayê min o Tahir begê xwe girê da gote xulamê xwe heyvanê ceger bi were nîne çawe we nikarî hûn serê wî ji min re bîn in ma hûn jî zilamê şerin. xwe girêde berê xwe da meydanê herdû siwara bi hevdû girtin weka di çêliyê Şêra kevir û koçika bi ser hevde di barîn in xwedê Tehala hefza mirov ji wan bike. Hin dibêjin şerê Restemê Zale hin dibêjin na ev şerê Entere û hinê dî dibêjin na qet ev şer şerê Eliyê şêr e Şêrê xwedê ye kevir û koçikê çolê pûş û pela agir vê dixîne evî xweşmêrî şad û şihûdê Hemdîn o hene badikê Tahir Begê û jêre dibêjê ez xulamokê Şemdîn im heger tu min nasnakê ez Hemdîn im kurê Hisên axa axa yê delo dîn axa yê Zozanê Şeref Dînê me ez pismamê Şemdîno me. Wê rojê herdû xweşmêr weka di Şêrê birîndar bi singa hev dikevin şad û şihûdê Hemdîn o hene li ber hev didin ta melayê esrê Hemdîn o xwe zerdikê Tahir Begê wî ji ser pişta hespê dadixê dest û lingê wî girêdidê û li kêleka xwe datînê tînê li ber birîndarê bavê xwe li kêleka Şemdîn o datînê û jêre dibêjê menale birîn darê bavê min o menale.

Hê axayê min o dilê min dilekî delo dîne di çin bavê Xezalê jî girê didin û li kêleka Tahir Begê datîn in. Şemdîn ba dikê di bêjê pismam o birînê min giranin felata min ji wa nîn e. Hemdîn bi çeplê Xezalê kevoka teqle digrê li kêleka wî datîne jêre dibêjê pismam birînê te xwîn in ezê niha bihêlim birînê te goşt bigrê wek ku heyvanê birîna li te nebin. Dema ku Şemdîn çav li pismamê xwe Hemdîn û Xezalê di kevê wek ku heyvanê birîna lê neyîn wek pilingegî didê xwe ji ser doşeka mirinê didê xwe dirabê. Hemdîn jêre dibêjê deka em herin welatê xwe dirabin konê Şemdîn bardikin û berê xwe didin welatê xwe Zozanê Şeref Dînê ka tu li kuyî. Tahir Begê û Xelîl axa bi xwe re girêdayî dibin welatê xwe.
Def û dahol û zirnê sê roja lê dixê Hemdîn xweha Şemdîn li xwe mehirdikê û xweha xwe didê Tahir Begê ji dêvla dezgirtiya wî Xezalê ya ku Şemdîn li xwe mehir kirî. Tahir Begê û Xelîl axa xwe tavêjin tor û bextê wan û ji wan re dibêjin heger ku hûn me berdin ta kurê kurê me hebin li diniya yê em ê ji were deha bikin emê her êvarê îna û Eydê qurbanê li ser gorê miriyê we û bavê we Yasîna û dozdeh fatiha bi xwîn in bi qesem em û bapîrê we gelekî dost bûn heger ku hûn me berdin û tifika me ji diniya yê ne tefîn in em ji xwe we ji bîr nakin û emê Yasîn û qurana li ser gorê û we û bavê xwe bi xwîn in me berdin tifika mêra ji diniya yê ne tefîn in axa yê min o hoy axa  yê min o.

Li gor stiranê wisa bi dawî dibê…

Lê Binêre

ÇIVANOK

 Mehmet Gür Ez ê vê heftiyê di qunc nivîsa xwe de cih bidim çivanokan an …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !