Hemdî Sahêbqiran

Jiyana Hemdî Sahêbqiran

Helbestnan û wêjevanê Kurd Hemdî ango Ehmed kurê Fetah Begê Hacî Îbrahîmê Begê Mehmud Sahêbqiran  jî ji bajarê Silêmaniyê ye. Mehmud Beg bi navê Mehmud Begê Başçaweş jî tê naskirin. Hemdî di 1876’an de li bajarê Silêmaniyê tê Cîhanê. Xwendina xwe  yekem li mizgefêt xwendiye. Kesekî rewşembîr û xwedî fikir bû, her wiha li ser zimanê Erebî û Farisî serwer bû.

Hemdî Biraziyê Mistefa Begê Sahêbqiraniyê Kurd bû. Li gele Salmî gelek helbest  çêkirin û xizmetek mezin ji bo wêje û ronakbîriya Kurd kiriye. Yekem helbesta xwe di 16 saliyê de nivîsandiye.

Yek ji hevalên Şêx Mehmudê Hefîd (Şêx Mehmudê Berzencî) bû. Piştî ku Şêx Mehmud hat girtin û sirgunkirin Hemdî çû çiyê û qasî 3 salan jiyanek zehmet derbaz kiriye. Piştî ku Şêx Mehmud vegeriya Silêmaniyê ew ji hat bajarê Silêmaniyê.

Mala Hemdî di şerê cîhanê yê yekemîn de ji aliyê Ingilîzan ve hat dagirkirin û pirtukxaneya wî di nava malê de hat şewitandin. Ev berhem ked û hewildanên 23 salan bûn.

Di navbera 1923–1926’an de bû Serokê Bajarvaniya Silêmaniyê û xizmetek mezin ji bo bajar kir. Pişte dest ji kar û barê hikûmetê berda dest bi nivîs û xizmeta wêje û helbestê kir.

Tevahî helbestên Hemdî li ser nîştîmanperwerî û mafê gelê Kurd in. Her wiha li ser  xweşikbûna xwezayê jî helbest nivîsandine. Helbestên wî piştre hatine komkirin û weke Dîwan hatine çapkirin.

Helbestvan Hemdî di 60 saliya xwe de yanî di 12’yê Mijdara 1936’an de li bajarê Silêmaniyê çû ser dilovaniya xwe.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !