Dayikî Cemal

Jiyana Dayikî Cemal

Dayikî Cemal ku di sala 1908’an de li Silêmanî hatiye dinê.

Dayikî Cemal yekemîn jina kurd e ku bi zaravayê soranî stran li ser sêlkan (qewana) tomar kirine. Navê wê yê rastîn Ferhe an jî Behîce Îbrahîm Yaqûb e. Ji ber ku di ciwaniya xwe de keçeke bedew bûye bi navê Dayikî Cemal di nav xelkê da navdar bûye. Dayikî Cemal ji ber adet û orfên civaka paşverû zû strangotin terikand û heya mirinê xwe wenda kir da ku kes wê mîna hunermend nas neke. Ew jineke xêrxwaz, nefs bilind û gelek mêhreban bû.

Qedir û qîmeta wê di nav xelkê da pir bû. Hinek stranên Dayikî Cemal li arşîva radyoya Bexdayê mane, lê ji ber derbasbûna salên dûr û dirêj kuvalîta wan zêde baş nîne. Stranên Dayikî Cemal yên naskirî wihanê: Amînê Amîn, Ay bênin bênin, Hey Belar Belar, Xanimî Silêmanî, Hey Axa Axa.

Hunermend Dayikî Cemal li sala 1979’an li nexweşxaneya Medînet Eltib li bajarê Bexda çû rehmetê û termê wê li goristana Şêx Meirûf hat veşartin.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !