Ew di sala 1978 de li gundê Lodê yê navçeya Dihê ya li ser Sêrtê hatiye dinê.
TU
Tu pir bedewî
Lê
Nayî
Li ber asîmana ve bask didî
Carna
Wek pêykerekî
Lê hatime
Dema tu
deynî
Li ser kevirekî
Teqes
Ew kevir ezê bim
An jî
ê kêla min be
Îcar tu dixwazî
li ber tirba min
Axa min
Bistêrê û bistêrê
Hata ku tu dikarî.
ÊŞÊ MiN
Mîrateye
Ji bav û kal an
Û
Hêviyên pînekirî
Zimanek fis
Destên nan û zik
Lê her dem
? govaştî ne
Jiyana min
Tirt û virt û ye.
MiRiN
Ezê te bikujim
– tu wê min bikujî
Erê
– ma tu dikarî
Erê
– hogirê min pir û pir in
Çiqas hebin
Ên ewqasî
axê bavêjin
Li ser te
Xwelîser.
NASNAME
Ez
bi vî mêr im
Jina min
ji bo vî li ba min sekînî ye
Zarokên min
tev
Ji vî ne
Hûn vî
bibînin
heşko we tev dîtîn .
Ji TE Û ViR VE
Giyana min
Edî
Ne li laşî de ye
Laşê min
giyana min de ye.
A DiL
Ew tişta dilê min de
Diferikînim
Welatê xwe.
BERFO
Berfo dims bu
Ê ji xwe
Dims xwe vekişiya
Li ber xwe, bê xwe heliya
Şî û sê sal
Û
Li berbfa li van çiyan tê
Û
Heliyan
Kanî li ber der bûn
Û
Bûn qulteyn
Çivîk,beytik, hechecîk jî
Gorekî wan çêbû
Lê
Ê berxikê min
Bu
Her du ji keftên
Çavên min
Li ber sekeratê
Tu xeber nehat ne
Û
Serî danî
Nebu yêk ji wan talî.
HÊVÎ
Li ber keresiyekî
Sigara xwe pê xist
Û
Li ber xeyalên xwe ve meşiya
Behrekî şîn
Daristanek
Û
Dibistanek
Çend tiştên ku
Pişt ji kestî
Û
Bûyîn
Xof
Rabu
Destê xwe
Quna şalê xwe da
û
weşand
qurmê sigarê wê li bin piyê xwe de
Perixand
da li pey hêviyên
Ê ku
Neqefaltî.
EZ ZAROK IM
EZ zarok im rewşembîr îm
Şêrwan û rêzan im
Agir ser min dibarînin
Kedû xebatê min
Jêhrê ser dirêşînin
Carna dibim teyr difirm êzman
Carna dibim agîr digirim cîhan
Carna dibim xwelî bêla dibim sîpan
Carna dibim yar bibim sermayên dîlan
Carna dibim şêrvan diçim ser çîyan
Hêz didim bûverîyê
Xeml dikeve dilê min
Baz dîsim dîım şorêşîyê
Azdaî dibê wêk xwênekî
Serb xwê bûn wek destanêkî
Nû xêw ratbim
Wêk zarokekî
MÊRXAS İM
Mêrxas û dilxwaz im
Şervan û rênas im
Piling û rewî me
Sterk û runahî me ez
Azadî xwaz rêç im
Tekuşîn û dilgeş im
Dîrokvan û serkeş im
Rehm û dilovan im ez
Xortek dilqerm
Rûken û dilgeş
Sîtemkar û qerîn
Bargiranim ez
Med û milad im
Pêşe roj û xebat im
Sebr û reht im
Lêwêk teht im ez…
https://www.bernamegeh.org/2019/08/13/jiyana-cetin-lodi/