Classic Layout

Jiyana M.Nureddin Yekta

Muhammed Nûreddîn Yekta 24ê Adara sala 1957 (an 1958) hatiye dinyayê.Bihara sala 1966ê gundê xalanê xwe Kurdmeydanê dest bi feqîtiyê kir.Di payîza 1966’an de li gundê wan Xeybiya (Yoncaliöz) dibistan hate avakirin û wê salê dest bi dibistana seretî kir.Her wiha bi dibistanê re diçû mizgeftê û dersa erebî jî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Qendîl Şeyxbizînî

Di sala 1985an de li devera Şeyxbizînî ya girêdayî Kerkûkê ji dayîk bûye. Çalakvanê sivîl, nivîsyar û serokê Navenda Çanda Roj ya li Hewlêrê ye û berpirsê organîzasyona Roj Med e. Şarezayê ziman û çanda kevn a kurdî ye. Di warê rîşenasî (etîmolojî) ya çand û zimên de dixebite. Di …

Zêdetir Bixwîne
Farqîn Azad

Jiyana Farqîn Azad

Hunermend Farqîn Azad di sala 05/04/1969an de li bajarê Amedê li navçeya Farqînê li gundê Pîrexala ji dayik bûye. Hê yeksalî ye mala wan ji gund bar dike diçe navçeya Farqînê.Şahî û çalakiyên çandî yên Farqînê bandorek mezin li ser hunermend Farqîn jî dike. Hozan Şiyar bandorek mezin li ser …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mahmut Aydın – (Mehmûd Ronîdar)

Mahmut Aydın di sala 1967an de li Erziromê, navçeya Tatosê (Tekman) hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe Avakor (Gundê Şêxo), dibistanên navendî û lîse jî li Tatos, Xinûs û Erziromê di binê mercên giran de xwendiye. Xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha 9ê Îlonê – Fakulteya Perwerdehiyê ya Bucaya Îzmîrê qedandiye. …

Zêdetir Bixwîne
Çorê Arda

Jiyana Çorê Arda

Di sala 1979’an de li Heremiya Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdîn ji dêya xwe welidî ye. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Li Zaningeha Dîcleyê beşa Wênesaziyê qedandiye. Niha mamostetiyê dike. Heta niha du romanên wî ji weşanxaneya Belkiyê weşiyane navên romanên wî : “496 û Roman” e. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Dilşad Murad

Nivîskar û rojnamevan Dilşad li gundê Girê Şêra yê girêdayî herêma Dêrik a kantona Qamişloyê di 25’ê gulana sala 1984’an de ji dayik bûye. Fakulteya Aborî li Zanîngeha Şamê xwendiye. Di sala 2007’an de, komeleyeke Kurdî (Komeleya Rojda ya Çanda Kurdî) ya girêdayî xwendevanan li Zanîngeha Şamê ava kir, ji …

Zêdetir Bixwîne
ayhan erkmen

Jiyana Ayhan Erkmen

Ew di sala 1973yan de li Dîgora Qersê ji dayik bûye. Wî beşa hiqûqê xwendiye û çar salan jî li Qersê parêzeriyê kiriye. Di hilbijartinên 2004 û 2009an de li bajaroka Bazarcixa Dîgorê wek şaredar hatiye hilbijartin. Di dawiya sala 2011an de hatiye girtin û 7 salan di zindanê de …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Salih Agir Qoserî

Di sala 1969an de li Hêşeriyê, gundê Qoserê çêbûyê. Dibistana seretayî û ya navîn li gundê xwe, lîse li Qoserê, pişt re li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiyê xwendiye. Di sala 1993’yan de çûye Swêdê û li wê derê bi cîh bûye. Li zanîngeha Gävleyê (Yevle) demekê ziman û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Tahir Dînarî

Tahir ji gundê Dînara yê Tora Kerboran e. Kurê Evdirehmanê kurê Tahirê Mela Evdila ye. Di cotmeha sala 1983yan de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Di nav hejarî û belengaziyê de mezin bûye. Xwendina wî ji xwezayê tê. Derfet çênebûne ku here dibistanê. Kesî xwendin fêrî wî nekiriye. Loma …

Zêdetir Bixwîne
Rojbîn Özkan

Jiyana Rojbîn Özkan

Rojbîn Özkan ji Bakûrê Kurdistanê bajarê Mûşê gundê Rindalya navçeya Gimgimê ye.Ji sa 2005’î pêve dest bi karê nivîsandinê kirîye. Nivîsên wê heta niha kovarên wek Nûbihar, Nûpelda, Pêngav, Peyam Heftreng û di gelek malperên Kurdî de hatine weşandin.Her weha amadekariya dosya Edebiya Zarokan û Dosya Jina Kurd kiriye. Her …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !