Di sala 1985an de li devera Şeyxbizînî ya girêdayî Kerkûkê ji dayîk bûye. Çalakvanê sivîl, nivîsyar û serokê Navenda Çanda Roj ya li Hewlêrê ye û berpirsê organîzasyona Roj Med e. Şarezayê ziman û çanda kevn a kurdî ye. Di warê rîşenasî (etîmolojî) ya çand û zimên de dixebite. Di gelek kovar û rojnameyan de gotarên wî hatine weşandin. Xwedî destûrnameya Bakaloryos e û li koleja Rayen (Managerment) ya Zanîngeha Cîhan ya Hewlerê xwendina xwe kuta kiriye. Ta niha şeş pirtûkên wî hatine çapkirin, her weha gelek berhemên wî yên din jî hê nehatine çapkirin.
Berhemên Şeyxbizînî:
1- Hezar û Yek Peyv/Qendîl Şeyxbizînî/Ferheng/Weşanên Sîtav, 2018
Wergerên Wî:
1- Şer û Aştiya Tiliyan/ Kurd Kejal Îbrahîm Xidir /Helbest/ 2019
2- Dengî Bêdengî/ Asya Xerzan/Helbest/ Weşanên Sîtav, 2019
3- LAO-TSE, Tao TeChing, Felsefeyek Ji Bo Jiyanê/LAO-TSE /felsefe, Weşanên Soran, 2019
4- Çîrokî Temenim/NezehatBotî/Helbest/ Weşanên Sîtav, 2019
5- Yelda/Qendîl Şeyxbizînî/ Dîrok/Weşanên Sîtav, 2019