Jiyana Dilşad Murad

Nivîskar û rojnamevan Dilşad li gundê Girê Şêra yê girêdayî herêma Dêrik a kantona Qamişloyê di 25’ê gulana sala 1984’an de ji dayik bûye. Fakulteya Aborî li Zanîngeha Şamê xwendiye.


Di sala 2007’an de, komeleyeke Kurdî (Komeleya Rojda ya Çanda Kurdî) ya girêdayî xwendevanan li Zanîngeha Şamê ava kir, ji ber vê yekê gelek caran navbera salên 2007-2008’an ji aliyê rêjîma Sûrî ve hat binçavkirin.
Di navbera salên 2008-2009’an de, lêkolîneke berfireh li ser rêxistinên siyasî, civakî û çandî yên Kurdî li Sûriyê, belav kir.


Di destpêka aloziya Sûrî sala 2011’an, rojnameya elektronîk ya bi navê “Azadî” damezirand û bi rêve bir, jê 40 jimar derketin û heya sala 2018’an dewam kir.


Di sala 2012’yan de, beşdarî damezirandina rojnameya wêjeyî ya elektronî (Pênasa nû) bû.
Di navbera salên 2013-2018’an de, weke serok edîtor û rêveberê beşa erebî di “Rojnameya Ronahî” de kar kir.
Bi avakirina Rêveberiya Xweser ya li Rojavayê Kurdistanê, bû endamek Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê û bû rêveberê Komîteya Çandî di meclisê de, di sala 2016’an de ji erkê xwe istîfa kir.


Di havîna sala 2018’an de, tevlî desteya edîtoriyê ya “Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk” bû û li ser amadekariya hejmara 40’î sekinî.
Di îlona sala 2018’an de, tevî çend rewşenbîrên din, kovara wêjeyî “Şermola” damezirand û heya niha ew kovarê weke serok edîtor û rêveberê giştî bi rêve dibe.


Di sala 2019’an de, pirtûka “Îdeolojiya Qirkirina Nijadî li Rojhilata Navîn” ku bi zimanê erebî ye bi riya weşanxaneya Şilêr weşand, pirtûk li Misirê jî ji aliyê weşanxaneya Nefertîtî hat çapkirin, niha jî pirtûk bi zimanê kurdî tê wergerkirin.
Tevî karê rojnamevanî û berhemê wî, her wiha gotarên siyasî û çandî bi zimanê erebî di rojname û malperên hundirê welat û derve de jî dinivîsîne û niha koşenivîsek wî ya heftane bi nave “Axaftina Ser Çandê” di “Rojnameya Ronahî” de heye.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !