Jiyana M.Nureddin Yekta


Muhammed Nûreddîn Yekta 24ê Adara sala 1957 (an 1958) hatiye dinyayê.
Bihara sala 1966ê gundê xalanê xwe Kurdmeydanê dest bi feqîtiyê kir.
Di payîza 1966’an de li gundê wan Xeybiya (Yoncaliöz) dibistan hate avakirin û wê salê dest bi dibistana seretî kir.
Her wiha bi dibistanê re diçû mizgeftê û dersa erebî jî dixwend.
Piştî dibistana seretî xwendina xwe li medresên Kurdistanê domand. Yekta havîna sala 1976 xwendina xwe ya medresê qedand.
Her wiha bi xwendina medresê re, bi îmtihanê ji derve dibistana Îmam Xetibê jî qedand.
Di sala 1978an de, di Diyanêtê de dest bi memuriyetê (îmam û mamostatî) kir. Di Sala 1984’an de tayîna wî rakirin Behra Reş (Bayburt).
Di sala 1987’an de tayîna xwe anî Mersînê. Li Mersînê ket îmtihana universitê û Açık Öĝretim Sosyal Bilimler ya girêdayê bi Diyanetê re jî xwend.
Di Sala Sibat/1993, Gulan/1994 û Cotmeh/1995an de ji bo 15 rojan hate derdestkirin.
Ji Cotmeha 1995 ta Nîsana 1996’an di zîndana Mersîn û Konyayê da ma.
Şeş meh piştî texliya wî, bi îddiakî bê esil û derew 12,5 sal caze lê hat birrîn.
Yekta di sala 1996’an da bi awayekî qaçax derbasî dervayî welat (Europa/Almanya) bû.
M.Nûreddîn Yekta zewiciye û xwedan jin zarokan e.
Ta îro bi sedan meqale (nivîsar) û vîdeoyên wî û yanzdeh heb jî pirtûkên wî hatine weşandin:

Berhem:

1- Elifba Quranê (Kurdî û erebî)
2- Kuran Elifbasi (Tirkî û erebî)
3- Helbestên Xortanî (Helbestên kurdî)
4- Sevdam bir güle (Helbestên tirkî)
5- Pêkeniyên Kurdî
6- Ümmetin Mazlumları Kürdler ve Kurdista
7- Îslamda Irk sorunu ve Kürdler
8- Makaleler 1
9- Makaleler 2
10- Makaleler 3

11- Nivîsên rojane

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !