Ew di sala 1973yan de li Dîgora Qersê ji dayik bûye. Wî beşa hiqûqê xwendiye û çar salan jî li Qersê parêzeriyê kiriye. Di hilbijartinên 2004 û 2009an de li bajaroka Bazarcixa Dîgorê wek şaredar hatiye hilbijartin. Di dawiya sala 2011an de hatiye girtin û 7 salan di zindanê de maye. Ji berî girtinê du pirtûkên wî hatibûn çapkirin.
Di sala 2005an de pirtûka Abdurrahman Alaca/ Edo Dêran (biyografî-weşanxana perî)
Di sala 2009 de pirtûka Şev û Deng (helbest-weşanxana Lîsê)
Niha li ber destê wî ji bo çapkirinê 5 dosyayên wî hene; çîrok, helbest, fabl, şano û ceribandin.
Di heman demê de Çîrokbêjiyê dike; bi alîkariya şîrketeke prodîksiyonê çîrokan wek vîdeo-çîrok dikişînin û di televîzyonên kurdî de û li ser youtubê (youtube.com/c/AyhanERKMEN) diweşînin.
Ne bi tenê vî avayî di hin bernemeyan de ji civakê re bi zindî jî çîrokan dibêje.
Çîrokên ew dibêje ne yên gelerî û kesan in. Çîrokên wî bi xwe nivîsîne. Hemû çîrokên wî ji serpêhatiyan hatine afirandin. Serpêhatiyên mirovan, heywanan û tiştan. Carinan ev kesek e, carinan hepsek û carinan jî tizbiyek e…
Niha ber destê wî ji sedî zedetir çîrok hene . Demên berî ew pey çîrokan diket lê niha êdî mirov ji wî digerin, dibînin û serpêhatiyên xwe, malbatên xwe an jî şahidiyên xwe parve dikin.
Ji bo kanaleke televîzyonê ya kurdî bernameya bi navê Ax! Welato dikişîne. Di vê bernameyê de jî ew gund bi gund gundên ku Êzdî lê jiyane digere û bernameyan amade dike.