Rojen Barnas bi navê wî yê din Mehmet Gemici di sala 1944’an de li Farqînê hat dinyayê. Di salên 60’î de dest bi nivîsandina Kurdî dike. Demekê bi hin hevalên xwe re Kovara Tîrêjê derdixe, her di wan salan de pirtûkeke helbestan ya bi navê Li Bandeva Spêde diweşîne. Barnas bi wê pirtûka xwe riyeke nû di helbesta Kurmancî de vedike û tesîrî li ser gellek şaîrên nû dike.
Rojen Barnas jî wekî gellek rewşenbîrên Kurd ji ber sedemên civakî û polîtîk mecbûr dimîne welatê xwe terk dike û piştî salên 80’yî li Swêdê bi cih dibe. Nivîsên wî di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de tên weşandin. Çend helbestên wî ji aliyê Civan Haco ve tê bestekirin.
Berhem:
Li Bandeva Spêde, Helbest, Weşanên Tîrêj, 1979
Heyv Li Esmanê Diyarbekirê, Helbest, 1983
Hingê, Kurteçîrok, Weşanên Nûdem, 1997
Milkê Evînê, Helbest, Weşanên Nûdem, 1995
Şiîr -1, Berhevoka du pirtûkên wî ne, Weşanên Nûdem, 2002
Bi Kurmanciya Gewr, Bend û Nivîs, Weşanên Nûdem, 2005
Kadiz, Helbest, Weşanên Nûbihar, 2013
Sîlvan, Silîvan, Farqîn, Lêkolîn, Weşanên Nûbihar,2017