Lady Adela

Jiyana Adile Xanim

Adile Xanim (bi îngilîzî wek Adela Khanum an jî Lady Adela tê naskirin[1]; (z. 1847 li Sine − m. 1924 li Helebce)[2], di destpêka sedsala 20’an de serdara êla Caf bû. Kurdnas û serdarê îngilîz C.J. Edmonds ê ku li Helebceyê ew nas kiriye, jê re “şahbanoya bêtac a Kurdistanê” gotiye[3].

Bavê Adilê, Mihemed Begê Silêmanî[4], ji ezbeta wezirên mîrgeha kurd a Erdelanê bûye. Pistî bêhêzbûna mîrgehê û guherîna mîr bi waliyekî ve, bavê wê li Teheranê bicih dibe. Li vir jî malbata wê endamê civata pispor û torinên îranî ye. Hemdemê de li navîna Kurdistanê de du navendê hêzê hene; Şarîzûr û Erdelan. Li Şarîzûrê Osman Paşa ji begzadeyên êla Caf qeymeqam e. Adilê bi wî re dizewice.

Gava ku zilamê wê di sala 1909’an de dimire, Adilê ya ku pênasiyê “xanim” girtiye, şuna wî digre. Heta 1924, sala ku Adilê Xanim tê de diçe ber dilovaniya xwe, ew qeymeqama Şarîzûr û serdara êla Caf bûye. C.J. Edmonds û Ely Bannister Soane gelekî pesnê desthilatiye we, wek jineke pispor û zîrek, didin. Adilê Xanim, yek ji jinên mînakî di dîroka kurdan û gelên rojhilata navîn de tê nişandin.

Çavkanî

  1.  Ely Bannister Soane (1912/1926/1979). To Mesopotamia and Kurdistan in disguise.
  2.  Lady Adela Jaff or the Princess of the Brave
  3.  http://www.kurdica.com/News-sid-Adela-Khanum-464.html
  4.  Personalities in Kurdistan, June 1919. Civil Commissioner’s Office, Baghdad

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !