Îran Xanim(1950-1951(!),Gundê Înkesû, Bradost – 10 Gelawêj 2001, Wirmê) an jî Îranxan (Îran Xan) jineke dengbêja navdar a Rojhilatê Kurdistanê ye. Navê wê rastî Îran Mucerd e. Di karê hunermendiyê de nasnava Îran Xanim ê bikar anîye.
Îran Xanim di sala 1950 an ji 1951î da li Rojhilatê Kurdistanê li Gundê Înkesû a girêdayî navçeya Bradost êye ji dayîk bu. Malbata wê cotkar bu. Navê bavê wê Ebdulrehman û navê dayika wê Peribişan ê. Salê xwe yê zaroktî û ciwanî yê li gundê xwe derbaskir. Li cem malbatê dewlemend ji bo perê nan xebitî. Piştî zewacê, bi mêrê xwe Seîd ra li Gundê Somanawabi cîh bu. Bi piştvanî ya mêrê xwe xebatê xwe yê dengbêjî yê berdewam kir.
Xebata wê ya Radyoya Wirmê Beşa Kurdîda
Di sala 1969î da radyoyê Wirmê, Tehran, Kirmanşan di zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî da heftê da nîv saet –du saetî dest bi weşanê kir.
Îran Xanim ji ber ku li wir tê naskirin, bi daxwaza hine dengbêjin mîna Hamid Yusifî, Mistafa Elîzade ,Bre (İbrahim Nurozî) di sala 1971î da di Radyoya Wirmê Beşa Kurdîda bi avayekî fermî dest bi dengbêjiyê kir. Yekemîn dengbêjeke jine ku li Rojhilatê Kurdistanê stran bi zaravayê Kurmancî gotîye û berhev kirîye. Navê wê hemû sînor derbas buye û li hemû welat belav buye.
Ji 1971î heta 1979î ,ku Ayêtûllah Xumênî bu serok, mehê da du carî ji bo qeydê strana çu radyoyê.
Hinek stranên ku gotîye: Arifo lawo, Bajo Emirê Min, Bavê Lalo, Delal Ez bi heyran, Delal Lo, Delalê Malê, Dilê min loy loy, Domam û Pismam, Filîtê Quto, Hedo Rabe, Kurê Xelqêyo delal, Lê lê yemman(Domamê), Şerê Cezo û Salihbegê, Yar Gewrê.
Bi hinek pêşbîniya, di 31 sala xwe ya karê dengbêjiyê da Îran Xanim ê ji 100î zêdetir stran bi xwe çêkirîye.
Ji Seîd keçek û du law jêra bu.
Seîd daxwaz dike ku hêwî yê bîne ser. Li ser vê, Îran Xanim dest ji zarok û mêrê xwe dike û gund terk dike. Demekî li cem bavê xwe disene û paşêDadaş Nasirî ra dizewice. Li Tehranê bi cîh dibe. Pîştî 3 salî, diçe bajarê Dilmaqanê û li vir jî 15 sala dimîne. Paşê bi Dadaş Nasirî ra diçe Wirmê yê. Li vir dikanekî digrên û li ber dikanê disekinin. Di van demada dengbêjiyê ,ji tirsa rejîmê, bi avayekî veşartî berdewam dike. Hinek bandên xwe dişîne Tirkîyeyê û li vir dide weşandin.
10 Gelawêj 2001î da xwe dardakir. Gorî rapora nexweşxana Wirmê bi avayê fermî mirina wê bi xwekuştin buye.
Çavkanî
- http://www.yeniozgurpolitika.com/?bolum=haber&hid=44569#
- http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/cand/file/59.php