Jiyana Aydın Rengin

Jiyana Aydın Rengin

Sala 1977’an li Nisêbîna Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Nisêbînê xwend. Aydin Rengîn Beşa Bîyolojîyê ya Zankoya Yüzüncü Yılê ya Wanê kuta kir.

Ew li Wanê beşdarî çend xebatên zanistî yên li ser flora û faûnayê bû. Ew bi xebatên xwe yên ku li ser qîvark, gezgezik û sîrmoyê kirine beşdarî kongreyên bîyoloteknolojîyê yên neteweyî û navneteweyî bû. Wî li Stembolê dersen Îngilîzî wergirtin û paşê mamosteyîya zimanê Îngilîzî kir.

Wergerên wî yên kurteçîrokên ji wêjeya cîhanê di kovarên weke NûbînWTîrojTabularasa û Hawara Botanê de hatin weşandin, her wiha wî gelek filîmên sînemayê, belgefilîm û kartonfilîm wergerandine Kurmancî. Li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê beşdarî xebatên Kurdolojîyê, Îngilîzîya sepanî û wergêrîyê bû. Rengîn li Mêrdînê dijî.

Berhemên wî:

Werger:

Komediya Mirovahiyê (The Human Comedy), William Saroyan, roman, Weşanên Lîs, 2014

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !