Casim Sebrî Zahir Boselî (Jassim Sabri) nivîskar û helbestvanekî kurd e.
Jiyanname
Casim Sebrî di sala 1992an de li bajarê Zaxo hatiye ser dunyayê di kevin da xelkê gundê Boselê ye, li qutabxana Miqdad Medhet dest bi xwendina seretayî kiriye û qonaxa navîncî li qotabxana Xevût xilas kiriye, li qotabxana Şehiyan qonaxa amadeyê xilas kiriye, derçoyê Peymangeha Teknîkî Zaxoyê li beşê kargêrî nexweşxane. Niha li bajarê Zaxo akincî ye.
Kar û çalaki
Li sala 2010 dest bi nivîsînê kiriye. Di rûpel û rojname û govaran da gelek babet û raportên taybet belav kirine, û berdewam e di karê nivîsinê da weke despêkek, ta niha pertûkeke helbestan çapkiriye û belav kiriye bi navê “Ez û pênûs”, paşan pertûkeke elektronî bi navê “Ez û Facebook” belav kiriye , her dîsa pertûkeke din bi şêweya elektronî belav kir bi navê “Vejîn”, dîsan li radeyoya Rengê Kurdistan Zaxo bernamekê helbestan pêșkêș dike.
Casim endamê di gel 3ê saziyên medenî NGO
- Saziya Meng bo geşepêdana civaki û jîngehek saxlem;
- Saziya Çavîn ya parastina mafên zarokan;
Berhemên belavkirî
- Ez û pênûs dîwaneka hozana ye li sala 2014 çap kiriye;
- Ez û Facebook pertûkeka cvaki ye li sala 2016 bi şêweya elektronî belav kiriye;
- Vejîn pertûkeka zaravên rewşenbîrî û zanistî ye bi şêweya elektronî belavkriyê;
- Bohareka zer dîwaneka helbestan e niha amade kiriye bo çapkirinê;
- Gûlbijêrek ji nameyên navdara pertûkeka edebî ye amadekiriye bo çapkirinê.
Babet û raport li evan malper û rojname û govaran belavkirine
- Rojnameya Evro press
- Mêdiya dîjîtal NRT
- Mêdiya dîjîtal Xabir TV
- Govara Dengê Laleş
- Govara Şeiyda
- Rojnameya Kurd Article
- Rojnameya Waar
- Malperê Kurdyo
- Govara Xazir
Li çendîn rûpel û malperên kurdî jî babet u nivîsinên xwe belav kirine.