Celalettin Yöyler

Jiyana Celalettin Yöyler

Celalettin Yöyler (bilêvkirina bi kurdî: Celaledîn Yîoyler) (z. 1941 − m. 16 sermawez 2013) yek ji nivîskar, rojnamevan û lêkolînerên wêjeyî yên Kurd e.

Li cur be cur medreseyên Kurdistanê xwendina olî û gramera Erebî dîtiye. Di 1966’î de, bûye melayê gundê xwe yê bi navê Xanik. Di 1983’î de, ji Meletîyê malnişîn bûye. Sala 1989’î,bûye endamê meclîsa parêzgeha Mûşê.

  • 1990, bûye serokê HEPê yê navçeya Milazgirê û serokatiyê heya bidawîhatina partiya DEPê domandiye. Heman salî hatiye girtin di girtîgeha Erzinganê de çend mehan maye.
  • 1994, mala wî şewitandine û koçê Stenbolê kiriye. Li bajarê Stenbolê yekem car xwedîtiya rojnameya Azadiya Welat kiriye. Digel xwedîtiya vê rojnameyê demek kurt xwedîtî li rojnameya rojane ya, Demokrasî (rojname) yê jî kiriye.
  • 1997’an de bûye endamê enstîtuya kurdî ya Stenbolê. Di endamtiya xwe de xebata senatoya enstîtuyê digel hevalan daye meşandinê û bûye endamê navenda HADEP ê. Dûv re bûye endamê rêveberiya enstîtuya kurdî ya Stenbolê.

Yöyler digel xebata enstîtuyê, heft sal li ser şiroveya dîwana Melayê Cizîrî xebitiye û ev berhem pêşkêşê enstîtuyê kiriye. Di beriya dîwanê de, di sala 1997’î de berhemek bi navê Gelperwerî û Nîjadperestî nivîsiye.

Berhem

  • Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî, Wêşanên Enstîtûta Kurdî
  • Gelperwerî û Nijadperestî

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !