Ahmet Gülabi Dere rojnamenivîsekî kurd e ku di sala 1971’ê de li gundê Kêrsê bi navçeya Varto ya bajarê Mûşê ve girêdayî, jidayîk bûye.
Dibistana bingehî li gund xwendiye. Di sala 1987’an de derketiye Ewropayê. Dibistana navîn û ya lîsê li Swîsre xwendiye. Di warê siyasî, hiqûqa navneteweyî û dîplomasiyê de li welatên Ewropayê di cur be cur qursên taybet de xwendiye û bûye xwedî zanînekê pisporî.
Di sala 1994’an de li Moskovayê dest bi karê rojnamevanî û nivîskariyê kiriye. Di karê destpêkê yê rojnameya Axîna Welat de cih girtiye û nivîskarî kiriye. Bi giranî nivîsandin û xwendina kurdî li Moskovayê, bi alîkariya kurdên Ermenistanê lipêş xistiye. Ji heman demê bişûn de, bi navber be jî, karê nivîskariyê domandiye. Di navbera salên 2002-2009’an de ji Azadiya Welat re, di navbera salên 2005-2009’an de ji Özgür Politikayê re nivîskarî kiriye. Di salên 2009 û 2010’an de jibo Le Monde Dîplomatîk nivîsiye û wergerî kiriye. Ji sala 2010’an vir ve ji Rûdawê re nivîskarî dike. Ji destpêka sala 2010’an vir ve kovarekê herêmî ya bi navê Avantaj Post derdixe, jê re redaktorî û herwuha nivîskariyê jî dike.
Nivîsên wî ên bi tirkî, fransizî û kurdî di cur be cur kovar û malpereyên înternetê de hatine weşandin û hê jî diweşin.
Pirtûkên wî
Heya niha 5 pirtûkên wî hatine weşandin.
- “Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd” çapa yekem di meha Êlûn a 2008’an de ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve,
- “Gelê ku nehatiye înkarkirin, Kurd” bi zimanê yewnanî li Atînayê di meha nîsan a 2009’an de ji aliyê weşanxaneya Gordios ve,
- “21. Yüzyılda Kürtler”, bi zimanê tirkî di dawiya 2009’an de ji aliyê heman weşanên Gordios ve,
- “Kurd, Tirkiye û Hêzên Navneteweyî” bi zimanê fransizî di meha Nîsan a 2010’an de ji aliyê weşanxaneya HAN ve,
- Evîna Azadiyê Cild 1 (Roman) di meha Cotmeh 2013’an de, ji aliyê Weşanên HAN ve hatine weşandin. (Li gorî projeya wî divê ev Roman bibe 6 cild)
Ji 20 saliya xwe bişûn de tevlî karê siyasî yên Tekoşîna Rizgariya Gelê Kurd bûye. Di nava cur be cur saziyên kurd de cih girtiye. Li Cenevre, Parîs, Brûksel, Moskova, Atîna û Strasbourgê tevlî karê lobî û dîplomasiya kurd bûye.
Di navbera salên 1992-1994’an de li Paris û Brûkselê tevlî karê lobî û dîplomasiya kurd bûye. Di salên 1995-1996’an de li Welatên Sovyeta Berê Nûnertiya dîplomatîk ya Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistan kiriye. Di navbera salên 1996-2000’î de li herêma Rojhilata Navîn tevlî karê pratîk yê Tekoşîna Rizgariya Gelê Kurd bûye. Di sala 2000’î de carekê din derbasî Ewropa’yê bûye. Di damezirandina rêxistina Civaka Demokratîk a Gelê Kurd de cih girtiye û bûye endamê rêveberiya wê. Di navbera salên 2000-2003’ê de li welatên Balkanan û herwuha li Kiprisê nûneriya CDK’ê û herwuha ya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) kiriye. Di sala 2004’an de bûye endamê KNK’ê. Di salên 2004-2005 de nûnertiya KNK’ê ya Fransayê kiriye. Di salên 2006-2009’an de nûneriya KNK ya li gel saziyên Yekîtiya Ewropayê kiriye. Di Parlamentoya Ewropayê de weke yekem nûnerê fermî yê KNK’ê hatiye nas kirin. Di sala 2009’an de ji KNK’ê îstifa kiriye.
Di pirr civîn û konferansên navneteweyî de cih girtiye. Di pêsxistina karê lobiya diyaspora kurd de rolekê girîng leystiye, di nava rêxistinên ewropî de dengê heman diyasporayê daye naskirin. Jiber karê xwe yê siyasî û dîplomatîk rastî cur be cur êrişên dewleta tirk hatiye.
Vê gavê li Fransa, bajarê Strasbourgê dijî. Du zarokên wî hene, Asya Pelvîn (keç) û Zanyar (kur).
Endametiya wî li gel saziyan
- PENa Kurd û ya Navneteweyî
- Reporters sans frontières
- Club de la Presse de Strasbourg
Herwiha, li gel Konseya Ewropayê û Komisyona Ewropayê weke rojnamevanê bi akredîte hatiye naskirin.