Demhat Dêrikî (Remezan Bedredîn Hisên) li roja 8ê heyva 2, li sala 1973yan li gundekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Girbalat ku girêdayî bajarokê Dêrika Hemko ye ji dayîk bûye. Remezan Bedredîn Hisên ku berniyase bi navê Demhat Dêrikî heta dibistana amadahî xwendiye.
Heta demekê bi navê Demhat Hezexî jî; di rojnameya Azadiya Welat, Kovara Peyv, Nûbûn, Kovara Zaxo û Hêzil de gotarên siyasî, nivîsên wêjeyî (çîrok û helbest) nivîsiye. Li sala 2004,ê ji ber serhildana Qamişlo neçar ma derbasî Herêma Kurdistanê bibe.
Demhat Dêrikî heta sala 2016,ê destpêkê li radyoa Zaxo û paşê li Zagros TV ya asmanî kar kir. Helbestvan Demhat Dêrikî nuke li welatê Almaniya dijî. Ew endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê/Duhok e û endamê Sendîka Rojnamegerên Kurdisatnê/Duhoke. Heta niha çar pirtûkên Demhat Dêrikî hatine çapkirin.
BERHEM:
Şev jî diaxive (helbest)
Hestên Şevê (helbest)
Esmera Bakur (helbest)
Keça Agirî (çîrok).
https://www.bernamegeh.org/2020/10/20/helbesten-demhat-deriki/