Dengbêjê Kurdî yê bi eslê xwe Ermenî Karapêtê Xaço ku ji gundê KolhozaÊrîvanê, di 103 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Xaço, di 90 salên jiyana xwe de bi Kurdî stran çêkirin û gotin. Xaço ku 15 salan di Artêşa Fransayê de leşkerî kir, 55 salan di Radyoya Êrîvanêde kar kir. Xaço ku di tevahîya jîyana xwe de rastî gelek mişûrên hat, bi dehan dengbêj gihandin.
Karapêtê Xaço bavê 5 zarokan bû û 15 nevîyên wî jî hebûn.
Film û pirtûk
Pirtûka Salihê Kevirbirî a bi navê Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço, Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço heye. Ev pirtûk piştî çapê bi mehekê hate desteserkirin û qedexekirin.
Fîlmê Mehmet Aktaş ê bi navê Dengekî zemanê berê: Karapêtê Xaço, Voice from the Past heye.
ÇAVKANÎ:https://ku.wikipedia.org/wiki/Karapet%C3%AA_Xa%C3%A7o