Jiyana Dodan

Jiyana Dodan

Dodan navê fermî Erkan Özer (z. 1978, Gimgim) muzîkjenê kurd e.

Jînenîgarî

Di sala 1978an de li Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Di sala 1995an de dest bi muzîkê kir û di sala 1997an de bi Murat Öztürk re koma Dodan Project damezrand. Yekemîn albûma xwe ya bi navê Be Naw (mebest bê nav)  di bin banê Dodan Projectê derxist. Paşê navê Dodan wek navê xwe bi kar anî û bi vî navî jiyana wî ya muzîkjeniyê berdewam kir.  Di albûma Peşkê ya ku ji bo bîranîna helbestvanê kurd Bro Omerî hatibû amadekirin bi stranekê cih girt.

Di sala 2016an de beşdarî pêşbirkekê muzîkê ya bi navê O Ses Türkiye (Ew Deng Turkiye) ya televizyoneke tirkî bû  û ev yek jî bû sedema hin nîqaşan.

Dîskografî

  • Be Naw, li gel Murat Öztürk, 2005
  • Şabûn, 2010
  • Peşk, li gel hunermendên cihêreng deng da strana Helbesta Bê Nav, 2015[

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !