Dînewerî an jî Ebû Henîfe Dînewerî (z. 820 Kirmaşan − m. 24’ê Tîrmehê 895 Dînewer) riweknas, astronom, erdnas, matematîkzan û dîroknasê kurd e.
Jînenîgarî
Dînewerî di sala 815’an an jî 820’an de li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye, Navê wî yê rastî Ehmed e, Navdanka wî Ebû Henîfe (Bavê Henîfe) ye, Navê bavê wî Dawid e û navê kalikê wî jî Wenand e.
Wenand bixwe li ser dînê zerdeştîtiyê bû piştî Belavbûna îslamê bûye misilman.
Dînewerî bernavka xwe cihê ku lê ji dayîkbûye ji Herêma Dînewerê digre û di 24’ê Tîrmehê 896an de li Dînewerê wefat kiriye.[2]
Perwerdehî û xebatên Dînewerî
Dînewerî perwerdehiya xweya astronomî, matematîk û mekanîkê li bajarê Îsfehanê girtiye, perwerdehiya xweya fîlolojî û helbestiyê jî li bajarê Kufe û Besreyê girtiye. Li Kufeyê li cem Îbn Sîkkît (m. 858) ders hildaye.
Dînewerî zanistvanê kurd yê pirralî ye, ne tenê li ser qadek du qadan di gelek qadan de çixir kolaye û rê daye pêş zanyarên dû xwe. Di warê riweknasiyê (botanîk) de, di warê zoolojiyê de, di warê zimannasiyê (fîlolojî) de, di warê mentiqê de, di warê dîrokê de, di warê erdnîgariyê de, di warê astronomiyê de, di warê meteorolojiyê de, di warê matematîk û mekanîkê de berhem nivîsiye û van berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weke çavkaniyên herî bi bawerî hatine bikarhanîn. Di heman demê de avakarê îlmê qethiyetê ye. Di nava misilmanan de weke “Bavê riweknasiyê” hatiye bi navkirin. Ji ber ku bi pirralîbûna xwe bala gelek zanyarên biyanî kişandiye, gelek zanyarên biyanî li ser lêkolîn kirine. Li Ewrûpayê di derdora zanistî de weke “Dehayê Kurd” tê naskirin.[3]
Dînewerî di derdorê sala 850an de ji bo xebatên xwe yên li astronomiyê çavdêrî ava kiriye û du sed sal ev çavdêriya wî hatiye xebitandin. Ebdurehman Sûfî di sala 946’an de tê Dînewerê digere çavdêriya Dînewerî dîtiye lê piştî erişên moxolan ev çavdêrî bi temamî ve hatiye xirabkirin.
Di Serdema Zêrîn a Îslamê de gelek pirtûk li ser zanist û dîrokê nivîsandiye. Pirtûka wî a herî bi nav û deng “Kitab el-Nebat” (Pirtûka Giha) ye. Her çiqas pelên wî negîhîştibin wexta me jî, Dînewerî 13 cîld jî tefsîra Quranê nivîsiye. Yaqût Hemawî (1179–1229) ji bo tefsîra Dînewerî gotiye Pêşiya wî tu kesek weke Dînewerî baş Quranê tefsîr nekiribû.
Xebatên wî yên li ser kurdan
Dînewerî bûye ji zanyarên yekemîn ku li ser dîrok û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkeke bi navê “Ensab el-Ekrad” (Jêdera Kurdan) nîvîsandiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa di dîrokê de yekem car wî xerîteya Kurdistanê xêz kiriye. navê Kurdistanê di xeriteya xwe de bikarhaniye.[4][5]
Gotinên ji bo Dînewerî
Berhemên Dînewerî bala gelek lêkolîneran kişandiye. Di der barê Dînewerî de ji zanyaran çend nirxandin jî wisa ne:
Mehrdad Izady dibêje;
“ | Mîna gelek kesên di dema wî de jiyan Ebû Henîfe Dînewerî jî ne kesayetekî bi demekê an bi komekê bisînor e. Berovajî kesayeteke hemû deman û cîhanî ye. Dema berhemên wî tên lêkolînkirin yekser tê dîtin ku Ebû Henîfe Dînewerî bi nerîna kurdekî mijaran digire dest. Lewma jî berhemên wî yên destpêkê der barê reh û kokên kurdan de ne.[6] | ” |
Bruno Silberberg (Lêkolînerê Alman) jî dibêje;
“ | Piştî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dioscorides û Theophraste yên Grêkan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dioscorides û Theophraste yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtir e. | ” |
Yaqût Hemawî di berhema xwe a bi navê Ebû Hayyan et-Tewhîdî Takrîzu’l- de gotiye ku
“ | “Dinya heta ku bigere behsa berhem, zanîn û fezîleta Dînewerî, Cahiz û Ebu Zeyd bidin dîsa jî kêm e“ | ” |
Berhemên wî
Berhemên li ser zanista matematîk û xwezayiyê
- Kitab el-Cebr we’l-muqabele (Pirtûka Cebîrê)
- Kitab el-Nebat (Pirtûka Giha)
- Kitab el-Kusûf (Pirtûka Girtina Berê Rojê)
- Kitab el-redd ela reşad el-îsfexanî (Pirtûka Valaderxistina Çavdêriyên Astronomik yên El-Îsfahanî)
- Kitab el-Hisab (Pirtûka Hesab)
- Kitab’ul-Bahsi fî Hisab îl-Hind (Pirtûka Analiza Aritmatika Hindistanê)
- Kitab’ul-Cem wet-Tefrîk (Pirtûka Aritmetikê)
- Kitab’ul qible wez-zewal (Pirtûka Pozîzyona Stêrkan)
- Kitab’ul Enwa (Pirtûka Rewşa Hewayê)
- Îslah’ul Mantiq (Îslahbûna Vacê)
Berhemên li ser zanista civakî
- Ensab el-Ekrad (Jêdera Kurdan)
- Ahbar’ut-Tiwal (Tevahiya Dîrokê)
- Kitab el-Kebîr (Di Dîrokê de Pirtûka Mezin)
- Kitab el-Fusaha (Pirtûka Retorikê)
- Kitab’ul-Buldan (“Pirtûka Erdnîgarî”)
- Kitab eş-Şîr we’ş-Şu’ara (Pirtûka Helbest û Helbestvanan).
- Dînewerî tevê van berheman 13 cîld jî tefsîra Quranê nivîsiye.
Çavkanî
- ↑ Mehrdad Izady, Kurd r.136, ISBN 9789756876404
- ↑ http://www.muslimheritage.com/article/al-dinawari-advances-botany
- ↑ http://www.kurdistanica.com/?q=node/81
- ↑ http://www.kürtler.com/2015/11/kurt-bilim-adami-el-dinaveri-kimdir-hayati-eserleri.html?m=1#
- ↑ Gemal Arzu, İslamin Dünü – Bugünü, Hareket Yayinlari-1975 r. 245
- ↑ http://diyarname.com/news.php?Idx=2471