Erdal Sîpan, di sala 1985’an de li gundê Gendelavayê ku girêdayî Wanê ye, hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Wanê xwendiye. Li zaningeha Dokuz Eylulê beşa tibê qedandiye. Îhtîsasa xwe li Nexweşxana Zanîngehê ya Dîcleyê li ser beşa nexweşiyên hinavî kiriye. Xebatên wî yên li ser ziman dema zanîngehê dixwîne, dest pê dikin. Di van salan de edîtoriya kovara hinarê dike û di heman demê de di avakirina Kurdî-Der Şaxa îzmirê de cihê xwe digre û di saziyê de wekî rêvebir û mamoste dixebite.
Piştî zanîngehê li Wanê û li Amedê xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Di xebata ferhenga bi navê Têgeh û Bêjeyên Tenduristiyê de cih girtiye. Di kovar û rojnameyên wekî medya tenduristî, dilop, rojeva medya, welat û e-rojnameyê de li ser tenduristiyê gelek nivîs û gotarên wî hatine weşandin û niha di kovara heftane ya xwebûnê de li ser tenduristî û polîtîkayê dinivîse. ‘Alîkariya Destpêkê’ pirtûka wî ya yekemîn e. A niha li ser nexweşiyên ku di nava civakê de herî zêde tên dîtin xebateke lêkolînî dimeşîne. Ev xebat wê di demeke kin de wekî berhemekê bê weşandin.