Esker Demirbaş an Asker Demirbaş (* 1942 li Erdêxan) yek ji stranbêjên Kurd e.
Plaka xwe ya pêşîn di sala 1972’î de derxistiye. Heya niha 4 plak û ewçend jî kasêt û CD çêkiriye. Albûma wî ya dawî ji aliyê Kom Mûzîkê ve hatiye amadekirin. Ew niha amadekariya albûmeke nû dike.
Di zarokatiya xwe de ji apê (mamê) xwe Surmelî, Qeferê Mirtib û dengbêjên hemandemî fêrî stranbêjiyê bûye. Di xebatên xwe yî çandî de rastî gelek astengiyan hatiye, lê berxwedaye û biserketiye.
Ew wekî stranên gelêrî, stranên xwe jî distrîne û gelek stranên wî hene. Mixabin ew nekariye bixwîne, lê bi keda xwe sala 1965’î de çûye dibistanê. Ji sala 1972’î virde stranbêjiyê dike, herçendî beriya 1995’î hinde navber dabe jî.