Eyn el-Qudat

Jiyana Eyn el-Qudat

Eyn-el Qudat fîlozofên kurdan yê Felsefeya Îslamê, navekî giranbiha û navdar yek jî Eyn el-Qudatê Hemedanî ye. Eyn el-Qudat navnasê wî ye, navê wî yê berastîn Evdilla ye.

Evdillayê kurê Mihemedê Elî. Weka ku ji kunyeya wî jî tê fehm kirin ji kurdekî Hemedanî ye di 1098’an de li Hemedanê hatiye dinyê. Ji ber ku di fiqiha Îslamê de pêşketî bûye û hê di bîst û du saliya xwe de di 1120’an de dest bi qazîtiyê kiriye jê re gotine Eyn el-Qudat ango çavê qaziyan. Eyn el-Qudat birastî jî xwediyê hişekî hêja bûye. Lewra digel ku wê demê ewqas zanyarên mezin û jêhatî di Hemedanê de dijiyan, qazîtiya wî bajarî ango hakimtiya wî bajarî di dest Eyn el-Qudatê 22 salî de bû.[1]

Eyn el-Qudat ji ber fikr û ramanên xwe ciwanî hat kuştin. Wî jî weka Xellac felsefeya Wehdetul wucûdê di parast û ji ver van ramanên xwe ji alî desthilatdaran ve bi xedarî hate kuştin. Feqîtiya xwe ji dest seydayên mezin ên weka Omer Xeyam, Ehmedê Xezalî û Şêx Mihemedê Hemayî derbas kir. Di avakirina felsefeya xwe de ji du navên mezin bandor girt: Xellacê Mensûr û Mihemedê Xezalî.

Di felsefeya wî de tenê rêgezên Îslamî tuneye di heman demê de ji felsefeya yewnanan jî bandor girtiye û bi vî rengî felsefeya yewnanan xistiye nava felsefeya îslamê. Wekî ku me li jor jî hanî ziman wî jî weka Xellac di felsefeya xwe de wehdetul wucûd parastiye. Serqisê ev gotin ya wî ye “ Ew ê ku hûn wî xwedê dizanin, ew Mihemed e.

Ew ê ku hûn wî Mihemed dizanin ew Xwedê ye.” Ev gotin dibe ku di halê sekrê de hatibe gotin. Lewra aliyê wî yê tesewwûfî gelek mezin bû. Lê dîsa jî, ji vê gotina wî nayê fehmkirin ku Mihemed û xweda yek in an Mihemed xweda ye. Bi vê gotinê armanca wî yekîtiya afirîner û yên afirî ye. Jixwe wehdetul wucûd jî li ser vê yekê ava bûye.

Pirtûkên wî

Eyn el-Qudat di gel ku di 33 saliya xwe de ango temenekî ciwan de hatiye kuştin jî, li dû xwe berhemên hêja hiştine û di van berhemên xwe de felsefeya xwe bi awayekî diyar haniye ziman. Berhemên wî ev in:

  • 1- Temhîdat
  • 2- Zubdet-ul Heqayîq
  • 3- Yezdan şinaxt
  • 4- Mekatîp
  • 5- Rîsaleyî cemalî
  • 6- Şekvaul Xerîb

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !