Felekedîn Kakeyî pêşmerge, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarekî kurd bû ku di sala 1943an de li bajarê Kerkûkê hatiye ser dinyayê. Endamekî binemala seyîd û şêxên kakeyiyan bû.
Ew nivîskar û edîtorê rojnameya Eltaxî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û heta 12em kongreya PDKê endamê komîteya navendî û polîtburoya vê partiyê bû û mirovekî nêzîkî Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bû.
Rewşenbîrê kurd Felekedîn Kakeyî di 31ê tîrmeha 2013an de li Pîrmamê çû ber dilovaniya Xwedê.