Hesan Dawûd

Jiyana Hesan Dawûd

Hesan Dawûd , ku di sala 1970ê de li bajarê Hesekê ji dayik bûye.ji zaroktiya xwe ve bi mûzîk û Tembûrê ve hatiye girêdan.

Piştî bidawîkirina xwendina bekeloriya, xwest ku xwendina mûzîkê li Pêmangeha Mûzîka Bilind li Şamê bixwîne, lê rewşa malbata wî ya abûrî alîkariya wî nekir û bê xwednin ma.

Di sala 1989an albûmek bi koma Biratî re tomar kir û belav kir. Di sala 1994an de albûma xwe ya taybet tomar kir û belav kir. Di sala 1999an berê xwe da Erebistana Siûdî û ta roja Îro li wir dijî tevî malabat xwe. Hesan bi şêwazekî pirr tenik û zîrek li saz, tembûr û bizqê dixîne, û tûna dengê wî jî bilind e û berfireh e.

Di bin bandora sitranên hunermend Şivan Perwer û Feqiyê Teyran ( Nîzamttin Ariç) dengê xwe rahînan kirye. Hesan bi çend hunermendên navdar re sitran gotiye û saz lêdaye, mînak Mihemed Şêxo, Mêxiber Bavê Ciwan, Salihê Heydo….hwd. Rexneyan li xwe li ser hunera kurdî anî ziman û got ku, pêwîstî bi rexneyên rasteqîn heye da ku pêş bikeve.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !