Hîwa Mihemediyan, 40 salî bû û li bajarê Sine ji dayîk bibû. Hîwa di çalakî û helkeftên kurdî yên mîna Newrozê her wiha dawetan de beşdar dibû û stran digot.
Wî hunermendê kurd herî dawî kilîba xwe ya bi navê “Helweda” belav kiribû.
Hinek çavkanî dibêjin, Hîwa Mihemediyan di nav çêm de bi elektrîkê masî digirt lê hinek jî dibêjin, kabloyên elektrîkê berê di nav avê de bûn dema Hîwa xwestibû wan kalboyan ji nav avê derxîne, elektrîkê ew girtibû.
Hîwa Mihemediyan, di sala 2016an de li nav çemê Mêhrawê li gundê Jawro yê girêdayî bajarê Sine jiyana xwe da.