Husein Muhammed wergêr, hiqûqnas û nivîskarekî kurd e.
Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li Fînlendayê dimîne û niha dadparêz e.
Jiyan û kar
Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên Rojhilata Navîn jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.
Ji 1995ê bi kurdî dinivîse
Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne.
Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, William Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine.
Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-îngilîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite.
Xebatên niha
Husein Muhammed ji salan 1999ê ve sernivîserê Kovara Mehname ye. Ji bilî Mehnameyê, ew di heman demê de li ser gelek projeyên çandeyî, wêjeyî û zimannasî dixebite.
H. Muhammed çalaktirîn avakerê Wîkîferhengê ye ku yekem ferhenga kurmancî – kurmancî ya berdest e. Ferhenga din ya ku Husein Muhammed amade dike ferhengek soranî – kurmancî ye ku ta niha ji tîpa A ta ya P hazir e.
Yek ji xebatên wî yên giring jî amadekirina rêzimanek hevbeş ya kurmancî – soranî ye wek pêşniyar bo danîna bingehekî bo zimanek yekgirtî yê kurdî.
Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerrîne.
Pendnivîs
Ji bilî wergerrên xwe, Husein Muhammed belkî herî baş bi pendên anku aforîzmayên xwe têt nasîn. Wî ev pend di rojnivîskên xwe de nivîsîne û paşî ew di Kovara Mehname û derin din de belav kirine.
Berhemên wergerandî
- Hafizê Şîrazî: Sorgul û bilbil
- Mewlana Celaledînê Rûmî: Ev agirê evînê me dihelîne
- Xelîl Cibran: Baskên Şkestî
- Xelîl Cibran: Peyamber
- Xelîl Cibran: Bexçeyê Peyamber