Jiyana Îkram Balekanî

Jiyana Îkram Balekanî

Ikram Balekani, li gorî bilêvkirina kurdî Îkram Balekanî, nivîskar û rojnamegerekî kurd e. Bi eslê xwe ji gundê Balekanê ji Rojhilata Kurdistanê ye. Balekan ku wekî Baleka jî tê zanîn dikeve ser herêma Şipîranê ku bi bajarê Dîlemanê ve girêdayî ye.

Balekanî li bajarê Zahidanê endazyariya komputerê xwend lê ji ber sedemên cuda ji zanîngehê hate avêtin. Piştre di rojnameya Azadiya Welat de dest bi karê rojnamegeriyê kir.

Tevî edîtoriya Pîne di gelek warên cuda yên çapemeniyê de xebitî. Xwediyê malpera qijik.com û edîtorê wê ye.

Balekanî di karê wergêriyê de jî gelek xebat kirine. Ferhenga Balindeyan û Notayên Defa Kurdî ji zimanê farsî wergerandine ser zimanê kurdî. Lê belê hêj çap nebûne. Tenê pirtûkek bi navê Jiyanên Nîvco ya Sırrı Ayhan ji aliyê Weşanxaneya Periyê ve hatiye çapkirin.

Îkram Balekanî ji zimanê parsî ji orijînala çarînên Omerê Xeyam 240 çarîn wergerandin ser zimanê kurdî  û ji aliyê weşanên Evrenselê ve hatin tomarkirin.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !