Xanayê Qubadî an Xana Qubadî (z. 1700 Rojhilata Kurdistanê m. 1759 an 1778) helbestvan, wêjevan û wergerekî kurd ê Dibistana Gûranî ye.
Xanayê Qubadî yek ji helbestvanên giring ên kevneşopiya vê dibistanê ye. Gorî dîroka devkî Qubadî Qur’ana pîroz wergerandiye zimanê kurdî, belê ev werger windayî ye. Berhama wî ya herî girîng Şirîn û Xusrew e.
Berhem
- Wergera Qurana kurdî
- Şirîn û Xusrew