Jiyana Încî Egîd

Li Milazgirê ku navçeya Mûşê ye hatiye dinê. Wê dibistan nexwendiye û perwerdehiyek nedîtiye. Lê belê bi hewldanên xwe di ciwaniya xwe de dest bi nivisên cûr bi cûr kiriye. Di şanzdeh saliya xwe de li ser zarokekî şivan pîrtûkek dinivise.

Di bîst saliya xwe de li ser koçberiyên welatiyên Kurdistanê yên metropolan romaneke bi navê “Göç dinivise. Lê ji ber bêderfetiyê nikare çap bike. Di sala 1990’î de dema rojnameya Azadiya Welat dertê ew di bin şert û mercên giran de wê demê nûçevaniya rojnameyê dike. Gelek nûçe, helbest û lêkolînên wê di Azadiya Welat, Gundem û hwd. de hatine weşandin.

Di wê demê de ew pîrtûkeke helbestan ya bi navê “Evîna Mezin” dixwaze derbixe lê dema dişîne çapê, li çapê wenda dibe. Bi taybetî helbestan dinivîse. Xebatên wê yên wêjeyî û lêkolinî didomîne.

BERHEM:

Tu, Helbest, Weşanên JJ, 2014

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !