Jiyana Îrfan Amîda

Jiyana Îrfan Amîda

Helbestkar, nivîskar û wergêr. Di sala 1968’an de li gundê Qesrê yê bi ser Mêrdînê ve ji dayîk bûye. Îrfan Amîda Beşa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê kuta kir.

Di sala 2014’an de di Zankoya Artukluyê, Beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastera xwe kuta kir. Di navbera salên 1991-1992’yan de di NÇM’yê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de li çand û folklora Kurdî xebitî. Nivîs û helbestên xwe yên pêşîn di vê demê de, di kovara Rewşenê de weşand. Ji bilî helbestan, bi navê Pêşangeha Sûretan romaneke wî hatîye weşandin.

Ji bilî helbest û romanê, di gelek malperan de û di rojnameyên Azadiya Welat, Evrensel û Özgür Gündemê de nivîsiye. Îrfan Amîda di pirraniya helbestên xwe de bal kişandiye ser realîteya welatê xwe û ji hêla sosyolojîk û sîyasî ve welatê xwe vekolaye. Di vê peywendiyê de gelek caran nimûneyên dîrokî û folklorîk di helbestên wî de têne dîtin. Lê bi pirranî ji alîyê teşe û formê ve derdikevin pêş.

Gelek caran paradoks û antagonîzma di navbera takekes û civakê de jî xwe dide der di helbestên Îrfan Amîda de. Romana Amîda jî di heman peywendê de dibe ku bête nirxandin. Îrfan Amîda ji 1994’an û vir ve li Mêrdînê dijî. Di nava têkoşîna kedkaran de wekî kedkarekî ciyê xwe girtiye û serdemekê li Mêrdînê serokatiya Şaxa Mêrdînê ya Eğitim-Senê kirîye.

BERHEM:
Roman:
Pêşangeha Sûretan, Weşanên Lîs, 2011
Helbest:
Dîmenên Derizî, Weşanên Sî, 2002
Nameyên Nabersivin, Weşanên Aram, 2003
Şopa Neşûştî, Weşanên Lîs, 2005
Zaremya, Weşanên Lîs, 2009

Werger:
Balgîfa Mar/Yılan Yastığı, Murathan Mungan, helbestên bijartî, li gel Lal Laleş, Weşanên Lîs, 2007
Lêkolîn:
Qonaxeke Modernîzma Kurdî Helbesta Tîrêjê, Weşanên Lîs, 2016
Gotar:
Modern Kürt Şiiri, di pirtûka Vecdi Erbay a bi navê İnatçı Bir Bahar (Bihareke Rikdar) de, Weşanên Ayrıntı, 2012
Helbesta Cegerxwîn, Jînenîgarî, Têkoşîn û Berhemdariya Cegerxwîn, Davut Özalp, Weşanên M, 2003

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !