Jiyana Zulkufê Qado

Zulkufê QadoZilfoyê Qilê an jî Zilfoyê Tekmanê (bi tirkî: Zülküf Korkmaz) di sala 1959’î de li gundê Goma Qilê ya girêdayî Tekmana Erzîromê ji dayîk bûye. Tirkan navê Zülküf Korkmaz pêvekirine. Bi eslê xwe ji gundê Fîsê ya girêdayî Diyarbekirê û ji eşireta Fîsê ye. Niha di gundê xweda cotkarî dike.

Dengbêjiya xwe di serî de ji diya xwe Senem Xanimê hîn dibe. Ew jî wekî hemî dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye û bê enstrûmanan distrîne. Bi kilama Silo Bego dest bi dengbêjiyê kirîye. Piranî kilamên mêraniyê dibêje. GOrî gotuna vî nêzikî 40 kilamên dirêj dizane. Xênci vana 60 kilamên ku piranî qala bûyerên sîyasî û kesan dike nivîsîye. Mînak: kilamên ku ji bo bîranîna Apê Mûsa û Ferhat Tepe nivîsîye.

Çavkanî

  • Jiyana dengbêjan(tirkî)

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !