Mahsun Kırmızıgül (z. 26 adar 1968, li Amedê, bi navê Abdullah Bazencir), stranbêj, aktor û derhênerekî bi eslê xwe kurdê zaza ye.
Diya Kirmizigul di 18 saliya xwe de, bi tevî sê lawan bî dimîne. Mehsun ji marîbûna (zewiciye) wê ya duyem e. Bavê Masun ji parêzgeha Çewlîgê ye. Hêj Mehsun ne bûye, dê û bavên wî hev û du berdidin. Mehsun di zikê diya xwe de tê Amedê. Mehsun cara yekem di 6 saliya xwe de bavê xwe dibîne. Birayê wî Mehmûd di 21 saliya xwe de bi pêgirtina elektrîkê jiyana xwe ji dest dide.
Di Sala 1983 an de li Amedê tevlî pêşbaziyeke muzîkê dibe û bi ser dikeve û jiyana wî ya muzîkê jî wiha dest pê dike.
Bi dorê albuma wî ya sereke bi navê Yıkılmadım derket. Kirmizigûl gellek fîlm û albûm çekirin.
Fîlm
- Yaşamak Haram Oldu – Jiyan li min herimî (1987)
- Hemşerim – Hevbajarê min (1996)
- Zalim – Sîtemkar (2003)
- Aska sürgün – Nefî bo evînê (2005)
- Beyaz Melek – Firîşteya spî (2007)
- Güneşi Gördüm – Min roj dît (2009)
- Pênc minare li New Yorkê (2010)
- Hayat Devam Ediyor – Jiyan didome (2012)
Dîskografî
Album
- Terkedildim – Hatim terikandin
- Paylaşamam – Nikarim parve bikim
- Alem Buysa Kral Sensin (1994) – Cîhan ev be tû yî key
- 12’den Vuracağım (1995) – Dê di 12an de lêbidim
- Sevdalıyım / Hemşerim (1996) – Evîndar im/Hevbajariyê min
- Nostalji – Nostaljî(1997)
- Yıkılmadım – Neketim (1998)
- Yoruldum – Westiyam (2000)
- Bir Demet Kirmizigül – Baqek gulasor
- Yüzyılın Türküleri (2002) – Stranên sedsalê
- Sarı Sarı / Başroldeyim (2004) – Zera zer/Serek rolê de me
- Dinle (2006) – Guh bide
Singles
- İnsan Hakları – Mafê mirovan (1995)
- Ülkem Ağlar – Welatê min digirî (2001)