Xelef Zêbarî

Jiyana Xelef Zêbarî

Zêbarî (12’ê Adara 1948-24-05-2018)

Zêbarî di 12’ê Adara 1948’ê de, li devera Zêbarî ya li Kurdistana Îraqê hate dinê. Wî di sala 1970’an de Zanîngeha Mûsilê qedand. Piştî sê salan tev li doza azadîya geê xwe bû û di şertên dijwar de bêjerî kir.

Wî di 1975’an de, piştî têkçûna tevgera Kurdî, wek hezaran Kurdan neçar dimîne welêt biterkîne û pêşî dihere Îranê û dû re jî tê Amerîka. Li Amerîka jî di nav xebatên ser ziman û wêjeya Kurdî salên dirêj dixebite, kovaran derdixe û zimanê Kurdî fêrî zarok û mezinan dike.

Zêbarî, di xîzmetên xwe yên dema Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka de, gelek klasîkên Kurdî yên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran ji xwendevanan re xwend.

Wî salên dirêj bernameyeke hefteyî ya bi navê Ferheng û Koreya Kurdî amade kir û berhemên hunermend û kedkarên zimanê Kurdî digihand hemî cîhanê.

Zêbarî berî Dengê Amerîka jî li Kurdistana Îraqê bêjerî kiribû û têkoşîna Kurdan ya dijî Saddam de roleke girîng lîstîbû.

Strana Nesrîn ku bi dengê Mihemed Şêxo li seranser Kurdan hatiye nasîn, yek ji helbestên Zêbarî ye.

(24-05-2018) Helbestvan û medyakar Xelef Zêbarî ku xwediyê helbesta “Nesrîn” e, li paytexta Amerîkayê bajarê Waşingtonê di 70 saliya xwe de koça dawî kir.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !