Di sala 1957an de li Dêrika Çiyayê Mazî ku girêdayî Mêrdînê ye hatiye dinyayê. 25 salan li daîreya fermî ya ziraetê bi karmendî xebitî.
Ji sala 1975an vir de li komele û saziyên sivîl ên pîşeyî, sendika, Komeleya Mafên Mirovan,
Komeleya Nivîskarên Kurd; di partî û rêxistinên siyasî yên Kurdan de tekoşîna azadiyê, maf û demokrasiyê da.
Di gelek rojname û kovarên Kurdî û Tirkî de gotar û lêkolînên wî hatin weşandin. Hinek
danezanên xwe pêşkêşî civang (Konferans) û sempozyûmê navneteweyî kir. Ji sala 2014an û vir de hê bêhtir bi nivîsandina pirtûkan mijûl dibe.
Bavê sê zarokan e. Li Amedê dijî.
Berhemên wî (Pirtûk):
* İz (Bîranîn- Bi Tirkî) Weşanên Lîs, 2015 – Amed
* Kumsor (Roman-Bi Kurdî) – Weşanên J&J, 2017 – Amed
* Kızıl Bone (Roman-Bi Tirkî) – Weşanên J&J, 2017 – Amed
* Benga Bilbil | Dilbirîn – Amadekirin (Helbest) Weşanên J&J, 2018 – Amed
* Boxçika Dilan (Roman-Bi Kurdî) Weşanên J&J, 2018 – Amed