Jiyana Mîna Qazî

Jiyana Mîna Qazî

Mîna Qazî (z.1908 − m.1998, li Mehabadê), hevjîna şehîd Qazî Mihemmed (serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê) bû.

Kurtejiyan

Mîna Qazî di sala 1908’an de li bajarê Mehabadê hatiye dinê. Navê bavê wê Ehmed û navê dayika wê jî Gulendam e. Ew ji malbata Hacî Hesen Xanî (Hacî Beg) e ku yek ji malbatên mezin li Herêma Mukiriyan e. Beriya ku Mîna bi Pêşewa Qazî Mihemed re bizewce, paşnavê wê Iskenderî bû. Di temenê 19 saliyê de dibe hevala jiyana pêşewa Qazî Mihemmed. Di sala 1945’an de Yekîtiya Afretên Kurdistanê (YAK) ava kir û bû yekem seroka wê rêxistinê.

Mîna Qazî di sala 1998’an de li bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest da.

Zarokên Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî

  • Ismet Qazî (1932-1957, Mehabad)
  • Ifet Qazî
  • Munîr Qazî, di sala 1938’an de li bajarê Mihabadê hat dinê. Niha jî li wir dijî.
  • Perwîn Qazî, di sala 1942’an de li Mihabadê hat dinê û di 28.02.1999’an de li bajarê Tehranê wefat kir.
  • Elî Qazî
  • Suud Qazî

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !