Jiyana Mîran Janbar

Jiyana Mîran Janbar

Mîran Janbar roman- û çîroknivîsek e. Di sala 1974’an de, li Qosera Mêrdînê ji dayîk bûye.

Di sala 1997’an de, li Zankoya Dîcleyê, Beşa Matematîkê qedandiye.

Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskariyê re, heta sala 2004’an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bû û di nava gelek komên şanoyê yên curbecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kir.

Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90’î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û di gelekên din de hatin weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangeriyê jî radibe û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004’an de li Amedê hate damezirandin.

Janbar niha jî di Weşanxaneya Lîsê de wekî berpirsiyarê hin rêzên pirtûkan û rêveber, li gel nivîskariya xwe, bi karên xwe berdewam e.

Berhemên wî yên çapbûyî

  • Ardûda, roman, 2004, Amed, Lîs
  • Azad, kurteçîroka bo zarokan, 2006, Amed, Lîs<
  • Qolyeya Cécileê, roman, 2012, Amed, Lîs

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !