Mele Muhemmedê Qeredaxî

Jiyana Muhemmed Qeredaxî

Muhemmed Qeredaxî yan jî Mele Muhemmedê Qeredaxî (z. 1798, Silêmaniye, Qeredax – m. 1864 Qeredax) zimannas, mentiqvan û matematîkzanê kurd yê sedsala19’an e.[1]

Muhemmed Qeredaxî di sala 1798an de li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li gundê Qeredaxê ji dayik bûye. Perwerdehiya xwe ya pêşîn li vê bajarê girtiye piştî wextan çûye gundê Mertegeyê li cem Mele Ebdulxefûr el-Mertegî perwerdehiya mentiq,  wêje û gramerê girtiye.

Perwerdehiya xwe ya fiqih û tefsîrê jî li cem Şêx Ebduletîf Berzencî girtiye. Paşê çûye Helebê li cem Şêx Ebdullah perwerdehiya kelamê girtiye. Destûrnameya xwe jî  ji Mewlana Şêx Halid girtiye. heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk nivîsiye sala 1864an de cîhê ku lê ji dayik bûye li Qeredaxê wefat kiriye.

Pirtûkên Qeredaxî

  • Şerh el-Îrab
  • Şerh Rîsale el-Adab
  • Talîqat şerh el-şemsiye
  • Telîqat ela îslamûddîn
  • Telîqat ela tefsîr el-Beydawî
  • Telîqat ela tefsîr Îbn Hecer el-Heysemî
  • Telîqat ela Rîsalet Bahaedîn Amîlî

Çavkanî

  1.  Mihemed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !