Murat Batgi

Jiyana Murat Batgi

Murat Batgi, yan jî Murad Batgî di sala 1971’ê de li Amedê ji dayika xwe bûye. Dibistanên sereta, navîn û lîseyê li Amedê qedandiye.

Di sala 1990’î de jî beşa Iktisatê ya zanîngeha Marmarayê de dest bi xwendinê kiriye.

Destpêka wî ya di şanogeriyê de

Di heman salê de dest bi xebatên şanoyê dike. 16 salan jî li Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe yên şanoyê didomîne.

Ji sala 2002’an û vir ve jî bi şêweya stand-up’ê xebatên şanoyê didomîne.

Lîstika xwe ya bi navê Zimandirêj (lîstik) cara yekem di 29’ê gulana 2003’an de li Amedê pêşkêş kiriye û heta niha 160 car vê lîstikê lîstîye. Di 14’ê avrêla 2006’an de li bajarê Stockholmê dest bi lîstika xwe ya bi navê Guhartim kiriye.

Nivîskarê Murad Batgî

Pirtûkeke wî ya bi navê Şûjin (pirtûk) heye.

Murad Batgî û TRT 6’ê

Li demên dawî de bo çekirina bernameyan derbasê TRT 6’ê bûye. Li wir di rêzefîlmek bi navê Cîran Cîran (rêzefîlm) de aktoriyê kiriye.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !