Rawîn Stêrk (navê rastî:İsmail Yıldız), di sala 1981’an de li Bûwûka (Bağlıca) gundê bi ser Semsûrê ve ji dayik bû. Dibistana seretayî li vir, lîse li Meletiyê xwend.
Piştre li zanîngeha Silêman Demîrel, di bêşa şano de bi cî bû. Nêzî 5 sala di gelek saziyan de rojnamegerî jî kir. Di gelek lîstikên şano û kurtefîlman de cî girt. Di sala 2010’an de li Stenbolê komeke şanoyê a bi navê Teatra Demsal ava kir û lîstika Turgay Nar a bi navê Sergo, bi kurdî anî ser dikê. Di rojnameyên wek, Özgür Gündem, Özgür Politika, Azadiya Welat, Radikal, Cumhuriyet de û di kovarên wek, W, Esmer, Amîgra, Qijika reş û gelek malperên internetê de nivîsên wî hatin weşandin. Stêrk, niha li Stenbolê dijî û di warê sînema û nivîsîna senaryoyan de xebatên xwe dimeşîne.
Çend kitêbên ku ji tirkî wergerandî kurdî jî li ber çapkirinê ne. Stêrk di sala 2011’an de kurtefîlmeke bi navê “İki artı iki eşittir iki” kişand û pê beşdarî mihrîcanan bû. Stêrk dîsa di heman salê de bi helbesta xwe ya bi navê “Neçûn hatî me” di Pêşbirka Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî de di beşa kurdî de bû yekem.