Museyîb Gulşenzade sala 1961’ê li gundê Gula Morsê yê bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû. Navê bavê wî Ferzende û ji êla Qendikanî û ji eşîra Celalî bû.
Dengbêj Museyîb, di şeş saliya xwe de meraqdarê kilam û stranên kurdî dibe û guhdarî radyoya Yêrevanê dike.
Yekemîn kilama ku fêr dibe û dibêje, kilama “Hêdî bajo, ez birîndar im” ya dengbêj Mihemedê Silo bûye.
Hunermend Museyîb dibêje, rojekî di dibistanê de dema gotina kilaman de deng diçe mamosta, ji ber wê jî mamosta bi daran lê dide, êdî piştî wê lêdanê dest ji dibistan û dersê berdide û berê xwe dide kilaman û dengbêjiyê.
Dengbêj Museyîb, ji bilî gotina kilamên hunermend û dengbêjên navdar, bi xwe jî çend kilam nivîsiye û gotiye. Hinek ji wan ev in:
Yarmiq, Goma Maro, Behra Ormiyê, Soma Biradost, Ferzende li Adaxanê.
Museyîb Gulşenzade, endamê Mala Dengbêjan ya enstîtuya Ehmedê Xanî ya Ormiyê bû û beşdarî gelek festîval û çalakiyên dengbêjiyê bibû û gelek xelat jî standibû. Herî dawî sala 2011 di sêyemîn festîvala folklora kurdî de wek baştirîn dengêbêj hatibû hilbijartin û xelatkirin.
Dengbêj Museyîb, heta roja ku wefat kir jî, li gundê Qurttepe li kêleka Ormiyê dijîya û bavê 5 zarokan bû.
Museyîb 2019an de jiyana xwe ji dest da.