Nazmi Kırık

Jiyana Nazmi Kırık

Nazmî Kirik şanoger û hunermendê sînemayê ye.

Di sala 1976an de li Diyarbekirê ji dayik bû. Dibistana navincî li Qoserê lîseyê jî li Diyarbekirê xwend. Di dema perwerdehiya xwe de li Şaxa Amedê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de dest bi xebatên dîlan û şanoyê kir. Di vê navberê de di gelek lîstikan de cih girt. Di dema xebatên xwe yên NÇMê gelek caran hate binçavkirin û di encamê de 7 meh di Girtîgeha Diyarbekirê de raza.

Piştî ji girtîgehê derket di sala 1996an çû Stenbolê û xebatên xwe yên dîlan û şanoyê li Şaxa Stenbolê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê di bin banê Teatra Jiyana Nûyê meşand. Di sala 2003an digel çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kir.

Di sala 1999an de bi fîlma Güneşe Yolculuk/Rêwitiya Ber Bi Rojê dest bi sînemayê kir. Rêwitiya Ber Bi Rojê di heman salê de di Festîvala Fîlman a Berlînê de xelatên “Blue Angel” û “Peace” wergirt. Di sala 2003an de bi fîlma Kleine Freiheit/Azadiya Biçûk di beşa Derhêneran ya Festivala Fîlmê Cannesê derket ber temaşevanan.

Di sala 2005an de bi derhêneriya Huner Salem bi fîlma “Kilometre Zero” bû namzetê lîstikvanê mêr yê herî baş. Dîsa di sala 2006an bi kurtefîlma Kimlik/Nasname ku derhêneriya wê bi xwe kiribû beşdarî 43. Festîvala Fîlman ya Antalyayê bû.

Nazmî Kirik xebatên xwe li Tirkiyê û Almanyayê dimeşîne.

Xebatên wî

Sînema

  • Güneşe Yolculuk/Rêwitiya Ber Bi Rojê (Bi rola Berzan, Derhêner: Yeşim Ustaoğlu, 1999)
  • Fotoğraf/Wêne (Bi rola Alî, Derhêner: Kazim Öz, 2001)
  • Organize İşler/Karên Organîze (Bi rola Hıdır Durulmaz, 2005)
  • Kleine Freiheit/Azadiya Biçûk (Bi rola Haydar, 2003)
  • Kilometre Zero (Bi Rola Ako, Derhêner: Huner Salem, 2005)
  • Dol (Bi rola Azad, 2005)
  • Beynelmilel/Navneteweyî (Bi rola Tekin Yayladalı, 2006)

Kurtefîlm

  • Kimlik/Nasname (Senaryo û Derhênerî)

Şano

  • Birîna Dilê Min (Diyarbekir)
  • Generalê Teneke (Stenbol)
  • Rojbaş (Stenbol)
  • Bayê Elegezê (Stenbol)
  • Komara Dînan-Şermola (Teatra Jiyana Nû,Stenbol)
  • Ta (Teatra Jiyana Nû, Stenbol)
  • Qal û Qir (Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê, Stenbol)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !