Mely Kiyak (* 1976 li Sulingen) nivîskar, rojnamevana serbixwe û moderatora televîzyonê ya alman e. Bi eslê xwe kurd e.
Jiyan
Malbata wê ji Kurdistanê çûye. Li Leipzigê di înstîtuta wêjeyê de perwerde dîtiye. Wekî rojnamevan ji bo Mitteldeutschen Rundfunk û Leipziger Volkszeitungê xebitiye.
Ji sala 2005’ê ve wekî nivîskar û rojnamevana serbixwe li Berlînê dixebite. Bi medya û înstîtusyonên wekî Frankfurter Rundschau, Berliner Zeitung, DIE ZEIT, Das Magazin, Dummy, Bundeszentrale für politische Bildung, Weqfa Friedrich Ebert û Înstîtuta Goethe re têkildar e.