Di sala 1968an de li Şêrwana Sêrtê hatiye dinyayê. Beşa Edebiyat û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê qedand. Di 2013an de li ser Ziman û Çanda Kurdî mastera xwe li Zanîngeha Artukluyê kir.
Di gelek kovarên bi kurdî û tirkî de li ser folklor, teoriya edebiyatê û edebîyata kurdî rexne, lêkolîn û ceribandinên wî weşîyane. Li Enstîtûya Zimanên Zîndî ya Zanîngeha Artûklûyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mamostetî kir her wiha di beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî de dersên edebîyata kurdî ya modern, rexneya edebî, vegotinzanî û edebîyata berawirdî da. Romana wî ya yekem Saturn di 2002an de hate weşandin.
Berhem
- Saturn, 2002, roman
- Bendname, li se ruhê edebiyatekê, 2009, rexne, ceribandin
- Folklor û Roman, li dor texeyyulen berê rêçên îroyîn, 2013, rexne
- Tîr û Armanc, 2014, rexne li gel Ergin Öpengin