Rencber Ezîz (Aziz Rencber) (*1955, Çewlîg – 1988 li Hannover aAlmanya) yek ji hunermendên Kurd ên navdar e.
Ji gundê Wusfan (bi tirkî: Aşağı Akpınar) a girêdayî Çewlîgê ye. Perwerdeya olî dîtiye. Bi Tirkî, Kurdî (Dimilî û Kurmancî) stran digot. Ew pirranî bi stranên xwe yî Dimilî tê naskirin. Di stranên xwe de behsa şoreşgeriya Kurdistanê, pêkutiyên cûntaya leşkerî ya 1980’î li Tirkiyeyê, xizanî û hesreta welat dike.
Li Stenbolê ji ber tewanbarkirina “Kurdperweriyê” carekê heft meh û neh roj di zîndanê de dimîne.
Rençber Eziz sala 1978’î derdikeve derveyî welêt û li Almanya bicihdibe. Gelek kasetên wî hene. Ezîz bi bûyerekê bişik jiyana xwe jidestdide.
Tê zanîn wî de yek saliya xwe de ji ber nexweşiyeka mîkrobîk çavên xwe windakiribû ango çavên wî nedidîtin û ew ji avahiyekê bilind de dikeve erdê. Nehate ravekirin ka ew çi digeriyabûye li ser avahiyê û aya ketiye yan hatiye avêtin.
Hin ji stranên wî
Ez nîwesa
Nazewicim
Welatê me Kurdistan e
Merhaba
Evren Yeno
Kurdistan welatê ma yo
Wey nîna
Hesret
Wisar diyon
Lo bira
Hamal Seyfettin