Rengîn Kardelen, nivîskareke kurd e ku di 1974an de li Sûra Amedê hatiye dinyayê.
Nivîskarê dibistana seretayî, navîn û ya lîse li Amedê xwendiye. Jiyana wê ya rojnamegeriyê bi xebata li rojnameya Gündemê li bajarê Êlihê dest pê kir.
Demekê ji bo kovara heftane ya Kovar Gerçek nivîsî. Li rojnameyên Ronahî û Hêvî xebitî. Ji bo kovara Evrensel Kultur û ji bo kovara çand û hunerê ya Tavirê jî nivîsî. Para xwe ji êrişên li ser çapemeniya azad girt. Bi giştî jê re 100 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. Neçar ma derkeve derveyî welat û li yekemîn televîzyona asîmanî ya Kurdistanê li MedTV têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê berdewam kir.
Rengîn Kardelen hêjî li Ewropayê û li welatê Belçîkayê dijî.
Berhem
- XaşXaş (2017), Sîtav Wan, ISBN 9786056677670