Serbilind Kanat

Jiyana Serbilind Kanat

Serbilind Kanat di sala 1969’an de li gundê Bûldûkê ku bi ser Cihanbeyliya Konyayê ve ye tê dinê. Piştî xwendina qonaxa seretayî û navendî li gundê xwe temam dike, Liseya Gaziyê ya Konyayê diqedîne.

Dûre di sala 1992’an de li Zanîngeha Hacettepeyê beşa matematîkê diqedîne. Serbilind Kanat yek ji stranbêjên ku herî zêde lê tê guhdarîkirin, pispor û şarezayê mûzîka kurdî yê Anatoliya Navîn e. Heta niha gelek albûmên wî derketine û di gelek konseran de straye. Stranbêj û mamoste, Serbilind Kanat bi qasî 20 sal in li dersxaneyeke taybet dersa matematîkê dide.

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !