Serhad B. Rênas weşangerê Medyaya Kurdî û nivîskarekî Kurd e. Damezrênerê HAWAR NET’ê ye.
Ji navçeya Erxenî a bajarê Amedê ya bakurê Kurdistanê . Perwerdehiya xwe ya akademîk di zaningeha Dîcleyê li beşa Endezyariya Makîna’yê de pêk anî. Yekem car di sala 2001’an de dest bi weşandina hin gotar û helbestên xwe yên Kurdî kir. Piştî sala 2003’an dest bi weşandina lêkolînên xwe kir û gelek rojname, kovar û malperên Kurdî û Tirkî de nivîs, lêkolîn û hûrnêrînên wî hatin weşandin. Bi taybetî li ser dîroka medya, muzîk, sînema û çanda Kurdî hûrnêrîn û nivîsên wî hatin weşandin. Di hin weşanên Kurdî de pêyamnêriyê kir. Di qada medyayê de jî di sala 2005’an de rojnameya dîjîtal HawarNet’ê damezirand. Her wiha di karên wekî vebûna beşên Kurdî û wergerandina ji bo zimanê Kurdî ya weşanên navneteweyî ên wekî Google, Facebook, Wikipedia û hwd. de jî cîh girtiye. Serhad B. RÊNAS bi giranî li ser dîrok û rewşa îroyîn a beşên medyaya Kurdî xebatên hûrnêrînê çekir û giraniya xwe da ser vê qadê.
Pirtûka wî ya bi navê “Medyaya Kurdî û Medyaya Nû” ku têde bi berfirehî girîngî û bandorên vê pergala nû ya medya û ragihandinê ya li ser civaka Kurd û têkoşîna rizgariya Kurdistanê dinirxîne di sala 2014´an de ji Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye derket. Hîn jî wek gerînendeyê berpirsyar a HawarNet’ê karên xwe didomîne û gotar, lêkolîn û hûrnêrînên wî tên weşandin.
Berhem
Medyaya Kurdî û Medyaya Nû, Weşanxaneya Ronahî 2014 (ISBN: 978-605-5855-29-68)